HRANA rapora salekê eşkere kir
- 15:52 20 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê binpêkirin berdewam dikin. Di sala dawî de 78 hezar 907 kes hatine girtin.
Şerê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de 21 roj li pey xwe hişt. Ruxmê ku rejîma Îran êrişek pir dijwar re rûbirû ye hema bêje tevahî pergala wê têkçûye lê zilm û zordariya xwe ya li hember pêkhate û gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê na rawestîne.
Malpera “Dengê Girtîyên Îranê” rapora xwe ya salane derbarê binpêkirinên mafên mirovan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku bi zêdebûna darvekirinan re zext û girtin jî zêde bûye û siyaseta kontrola hikûmetê bêtir tûj bûye.
Li gorî daneyên tomarkirî, di sala borî de herî kêm 2 hezar û 657 kes hatine darvekirin û ev hejmar li gorî sala berê zêdetir ji du qat zêde bûye.
Li gorî daneyên Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), di navbera 21’ê Adara 2025’an û 20’ê Adara 2026’an de, li Îranê bi sedemên birdozî an siyasî an jî bi binpêkirina eşkere ya mafên bingehîn 78 hezar û 907 kes hatine girtin. Ji van, 78 hezar û 126 kes bi dosyayên azadiya raman û axaftinê ve girêdayî bûn.
Li gorî HRANA’yê, di sala borî de dadgeha Îranê bi binpêkirina mafê azadiya axaftinê, bi giştî herî kêm 13 hezar û 812 meh cezayê girtinê da û ev cezayê li ser 332 kesan hatin sepandin. Ji van, 13 hezar û 173 meh cezayên girtinê yên biryarî ne, 639 meh jî cezayên hatine rawestandin in.
Her wiha, li gorî daneyên HRANA’yê, di protestoyên dijî rejîmê yên piştî 28’ê Kanûna Pêşîn de, hejmara kesên ku mirina wan hate piştrastkirin gihîşt 6 hezar û 724’an; ji wan 236 zarok in. Ji bilî van, 11 hezar û 744 dosye hîn jî di pêvajoya piştrastkirinê de ne. Her wiha, herî kêm 25 hezar û 877 kes bi giranî birîndar bûne û hejmara giştî ya girtinê wekî 53 hezar û 777 hate ragihandin.
Li gorî van daneyan, di sala borî de li Îranê herî zêde girtin di dema piştî 28’ê Kanûna Pêşîn 2025’an de qewimîye.
Piştî destpêka şerê di 28’ê Sibatê de di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de, girtin jî didomin. Li gorî HRANA’yê, li Tahran, Kazerun, Zahedan, Alborz û Huzistanê herî kêm 127 kes bi tawanbarîyên “şandina wêneyan ji medyayên biyanî re û sixurî” hatine girtin. Her wiha, Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ragihand ku li eyaleta Sistan û Belûçistanê 13 kes hatine girtin û yek kes jî hatiye kuştin.









