14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2'yemîn de didome
- 09:50 6 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 14'emîn Konferansa Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi nêrîn û nirxandinên jinan di roja duyemîn de didome.
14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi dirûşma "Em civaka demokratîk û komînal ava dikin, bi rêbertî re azad dijîn" dest pê kiribû, bi nêrîn û nirxandinên rojeva siyasî di roja duyem de didome.
Konferansê duh bi axaftina vekirinê û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi rojevên raporên du salan ên Meclîsa Îştar û Meclîsa Jinên Ciwan bi dawî bû.
Her wiha peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin û sînevîzyona der barê têkoşîna du salan a jinan jî hat temaşekirin.
Konferans îro jî bi rojevên siyasî didome.







