Jinên Dêrsimî: Li dijî fuhuşê divê hevgirtineke xurt hebe
- 09:48 6 Kanûn 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
DÊRSIM - Jinên ku beşdarî meşa li dijî fuhuşê bûn diyar kirin ku gelê Dêrsimê di bin polîtîkayên şerê taybet de asê maye û gotin: "Ev axa Reyâ Heq e. Fuhuş tê wateya xiyaneta li vê axê. Divê demildest kiryar bên darizandin." BI
Platforma Jinan a Dêrsîmê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsîmê duh li dijî tora fuhuşê ya li bajar li Kolana Hunerê bi tevlibûna sedan kesî hatin gel hev û ber bi Qada Sûka Binê Erdê meş pêk anîn. Dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û pankarta ‘Ji çete, fuhuşê re na" hat vekirin. Jinan di meşê de bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet.
Jinên ku tevlî meşê bûn ji ajansa me re axivîn.
Li dijî fuhuşê divê hevgirtineke xurt hebe
Meral Uç diyar kir ku ji ber polîtîkayên pergalê di civakê de pirsgirêkên mezin derketine holê û got: "Ev rewş bi rojan e tê nîqaşkirin, lê em 10 sal in li bajarê xwe behsa van rewşan dikin. Divê em bibêjin ku em bi tevahî vê rewşê qebûl nakin. Mixabin, pergal di bin êrîşeke cidî de ye. Bi rastî, em vê rewşê li seranserê welat dibînin. Di civakê de hilweşîneke cidî heye. Qebûlkirina hêsan a her tiştî, nemaze li ser medyaya civakî û nebûna destwerdana siyasî ya cidî, an jî çavnebarîkirin, van pirsgirêkan girantir dike. Bi rastî, em li vir jî nîşanek ji rewşa heyî ya welat dibînin, ji bêkarîbûnê bigire heya hilweşîna civakî."
Meral Uç, diyar kir ku pirsgirêkên ku tên jiyîn encama destwerdanên li dijî nasname û çandê ne û wiha bi lêv kir: "Divê em vê mijara fuhuşê tenê bi yek alî nenirxînin. Di bin tora fuhuşê de rewşek heye ku ji nenaskirina civakê û dûrketina wê ji çand û baweriyên xwe çêdibe. Divê em tenê li dijî van êrîşan daxuyaniyan nedin. Divê rêxistinên civaka sivîl û raya giştî di vî warî de yekîtî û hevgirtinê bêtir xurt bikin. Divê em bêtir ji bo jinan bisekinin. Divê em di vî warî de berxwedêrtir bin."
'Divê em xwedî li ciwanên xwe derkevin'
Fethiye Yildirim, diyar kir ku gelê Dêrsimê di bin polîtîkayên şerê taybet de asê maye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ev ji bo bajarê me rewşek pir xemgîn e. Ev axa Reya Heq e. Ev der xwedî çand û zimanek e ku li ser bingeha yek baweriyê pêş ketiye. Fuhûş xiyanet li vî derî ye. Îro, divê kesên ku di wê qirêjiyê de nin li ber Pîr werin darizandin û li ber Cem werin darizandin."
Fethiye Yildirim, tekez kir ku polîtîkayên ku têne meşandin bi zanebûn in û wiha axivî: "Ez qala bingeha me dikim. Ji ber ku ev bingeh hatiye xerakirin, îro li vî bajarî gelek gendelî tê kirin. Ev tiştekî pir xemgîn e. Cihê jinan li cem me ye. Jin li ser textê Xwedê rûdinin. Pir xemgîn e ku jinên ku li ser vê textê Xwedê rûdinin, hatine vê asta nizm. Sîstem bi awayekî xapînok her cûre tiştan li ser vî gelî ferz dike. Ji ber vê yekê, divê em jin êdî li xwe, civaka xwe û zarokên xwe xwedî derkevin. Divê ev sîstema ku ji hêla mêran ve serdest e were şikandin. Ev ne tenê dafikek e ku jin û mêrên ciwan dikevinê; ew dafikek e ku her kes dikevinê."
'Sûcên heyî tên veşartin'
Çîçek Kiliç jî tekez kir ku sûcên hatine kirin tên veşartin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Jina Dêrsimî serhildanek e. Werin em serhildanê mezin bikin. Werin em bibin jinên ku beşdarî civaka xwe dibin. Sûc bi îdiaya ku ew xizm an nasê wî ye tên veşartin. Werin em vê yekê qebûl nekin. Werin em li dijî vê yekê derkevin."
'Divê kesên bi wijdan bêdeng nemîne'
Sakîne Tankişi ji tiştên hatine jiyîn bi bandor bû ye û wiha got: "Zarokên me, neviyên me, pêşeroja me di bin gefê de ne. Ger miletek li xwe, pêşeroja xwe, zarokên xwe, wijdanê xwe û baweriyên xwe eleqedar be, divê bêdeng nemîne; divê li hember tiştên ku diqewimin derkeve."







