Ozge Salman wê li Êlihê bê definkirin

  • 18:19 4 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - Ozge Salman ya li Amedê biguman jiyana xwe ji dest da, cenazeya wê ji aliyê malbatê ve hat girtin û birin Êlihê.
 
Li Taxa Dîclekent a Peyas a Rihayê, Ozge Salmanya ku asîstana Hekîmiya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê bû, li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hevalê wê yê mêr ku ji duh de agahî ji Ozge Salman negirt,  di saetên sibehê de bira û jinbira wê şandin mala wê. Kesên çûn ber derî gazî çîlîngîr kirin û dema ketin hundir dîtin ku Ozge Salman jiyana xwe ji dest daye.
 
Hate hînbûn ku Ozge Salman li pey xwe nameyek hiştiye û cenaze birin Saziya Tipa Edlî y aAmedê. Piştî otopsiyê malbatê cenaze girtin û birin Êlihê.
 
Hevalên Ozgel Salman yên hatin ber ATK’ê gotin: “Ozge kesek pir bi kêf bû. Me tu car ev nedipa. Ne kesek ku vê bike bû. Em nizanin çi bû. Du hat kar û nexweşên xwe derman kir. Em tu wateyê nadin ku çima întîxar kiriye.”
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.