Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek li dar bixe
- 16:44 4 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê, wê bi dirûşmeya "Bi yekîtiya jinên kurd re ber bi Kurdistaneke azad ve" di navbera 12-13’yê Kanûnê de li bajarê Diessen a Holandayê konferans li dar bixe.
Bi dirûşmeya "Bi yekîtiya jinên kurd re ber bi Kurdistaneke azad ve" di navbera 12-13’yê Kanûnê de li bajarê Diessen a Holandayê, Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê konferas li dar dixe.
Înîsiyatîfê, di daxuyaniya xwe ya têkildarê armanca konferansê de diyar kir ku jinên Kurd pêşengiya têkoşîna li dijî sîstema baviksalarî û têkoşîna mafên neteweyî kirine û got ku ev têkoşîn îro bi "Jin Jiyan Azadî" re gihîştiye qonaxeke nû.
Înîsiyatîfê, anî ziman ku ji her demê bêhtir hewcederî bi yekîtiya navxweyî heye û got ku armanca konferansê avakirina siberojek azad û yekîtiyê ye.
Înîsiyatîfê di daxuyaniyê de wiha bi lêv kir: “Di vê pêvajoyê de ku pêdiviya gelê Kurd herî bêhtir bi yekîtiya neteweyî û çareseriyek demokratîk heye de, em weke jinên Kurd ji bo ku deng û îradeya xwe ya ji bo çareseriyê bînin ziman, tên cem hev. Mîna jinên ji erdnîgarî û saziyên cihêreng, dem hatiye ku em li dijî polîtîkayên kuştina jinan bi hev re helwest nîşan bidin û rêyek ji bo aştiyê vekin. Yekîtiya demokratîk bingeha azadî, pirrengî û hevgirtina jinan e. Ji ber vê yekê, em tevahiya rêxistinên jin ên Kurd, çalakvanên serbixwe û jinên ciwan vedixwînin vê konferansa dîrokî. Werin em bi hev re yekîtiya xwe ava bikin û bi zimanê jinan çareseriyek demokratîk pêk bînin û bi Jin, Jiyan û Azadî re rêyek nû vekin!"
Bernameya konferansê bi vî rengî ye:
Konferans wê di 12’yê Kanûna 2025’an de saet 09:00’an bi rûniştina yekem re dest pê bike.
Rûniştina yekem wê bi sernavê "Ji Çar Parçeyan Parvekirina Ezmûnan” be û dê li vir ezmûnên platformên yekîtiya neteweyî ya jinên li Kurdistanê werin pêşkêş kirin.
Hevseroka Karûbarên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed; Wezîra berê ya Iraqê Narmîn Osman û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, dê biaxivin.
Rûniştina duyemîn dê bi ser navê "Jiyana Diyasporayê û Nakokiyên Malbatê" dewam bike. Dîrok û sedemên koçberiya Kurdan û rageşiya di navbera çand û modernîteyê de dê were nîqaşkirin. Şêweyên pevçûnê û tundiya navmalê jî, dê werin nirxandin. Li vir jî Dr. Munevver Azîzoglu Bazan û Akademîsyen Sahra Tarîh dê mafê axaftinê werbigirin.
Rûniştina sêyemîn, dê bi ser navê "Rola Dewletên Ewropayê di Pirsgirêka Kurd de" pêk bê. Polîtîkayên dewletên Ewropa yên li hember Kurdan û nêrîna siyasî ya Kurdan a li ser Ewropayê dê werin nîqaşkirin. Dr. Sohelia Shahriyari, Endama Têkiliyên Derve yên Ewropayê yê PEYDA Mizgîn Ehmed û Endama KJAR’ê Meryem Fethi dê biaxivin.
Rûniştina çaremîn jî wê bi ser navê "Yekîtiya Neteweyî li Derveyî Welat, Hebûn û Parastina Jinan" pêk bê. Moderatora vê rûniştinê Jallane Neqşbendi ye. Ev rûniştin dê li ser yekîtiya neteweyî li derveyî welat û rola jinan di parastinê de were nîqaşkirin. Aktîvîsta TJA’yê Dîlan Dirayet Taşdemîr û aktîvîsta siyasî Dersim Zend dê pêşkêşiyan bikin.







