Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
- 18:22 3 Kanûn 2025
- Rojane
COLEMÊRG – Dayika Aştiyê Aliye Tîmur ku encama krîza dil de jiyana xwe ji dest hat definkirin.
Dayika Aştiyê Aliye Tîmur ya li bajarê Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê ku ji bo serdana xizmên xwe çibû, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeya wê şandin Colemêrgê û li ber avahiya DEM Partî ya Colemêrgê merasîmek hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, parlamenter, nûnerên rêxistinên civak sivîl û bi sedan welatî tevli bûn.
Dayika Aştiyê Saadet Dogma li vir axaftinek kir û ji malbatê re sersaxî west. Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Wanê Yusuf Dundar jî ji malbatê re sersaxî xwest û piştî axaftinan cenaze il goristana malbatê ya li taxa Berçelan hat definkirin.







