Ezîze Mûradiyan hat binçavkirin

  • 18:12 3 Kanûn 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê jineke Kurd a bi navê Ezîze Mûradiyan ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û agahî jê nayê wergirtin.
 
Rêxistina Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê têkildarî binçavkirina jina Kurd Ezîze Mûradiyan a ji Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da.
 
Li gor daxuyaniyê, jina Kurd ya binavê Ezîze Mûradiyan ku ji gundê Tengîser ê ser bi bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û nîşteciha Merîwanê ye, dema ku li ser karê xwe bû, ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hate binçavkirin. Li gor daxuyaniyê nayê zanîn Ezîze ber bi kîjan navenda îstixbarat an girtîgehê ve birine.
 
Herwiha hate ragihandin ku Ezîze Mûradiyan bêyî biryara dozgeriyê hatiye binçavkirin û heta niha destûr nehatiye dayîn ku malbat û parêzerê wê pê re hevdîtinê bike..