Li dijî tehliyekirina Berk Amand nerazîbûn

  • 14:18 16 Kasım 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li hemberî tehliyekirina kesê bi navê Berk Akand ê ku yek ji faîlên Şute Çet bû li ser medyaya dijital nerazîbûn hate nişandan. 
 
Kesê ku 29 Gulan a 2018an de alîkariya kuştina Şule Çet kiribû yê bi navê Berk Akand ji girtigehê hate berdan. Berk Akand ê ku alîkariya kujerê Şule Çet, Çağatay Aksu kiribû bi sûçê “êrîşa zayendî” “kesek ji azadiya xwe mehrûmkirinê” hatibû cezakirin û 18 sal 9 meh ceza lê hatibû birin. Pervekirinên  Berk Akand ên li ser dijîtalê bû sedema bertekan. Gelek kesan bi riya medyaya dijital nerazîbûnên xwe nişandan û xwetin Berk Akand bê girtin. 
Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaîş ev tişt anî ziman: Kesê bi navê Berk Akand ê ku yek ji kujerên Şule Çet e û di encama têkoşîna me de 18 sal û 6 meh ceza lê hatibû birin hate tehliyekirin. Em ê nehêlin kujer di nava me de bigerin! #BerkAkandTutuklansın
 
Dîsa Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Stenbolê, hesabê bi navê Demir Leblebî, Alican Ulug, parêzer Denîz Akbiyik û gelek kesên din  li ser hesabên xwe nerazîbûnên  nîşan dan.