Di lêpirsîna Gulîstan Doku de xwediyê ACA Ragîhandinê hat girtin
- 18:44 24 Tîrmeh 2026
- Rojane
DÊRSIM – Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de, xwediyê şîrketa ACA Ragîhandinê Mehmet Aca ku sewqê Edliyeya Dêrsîmê hat kirin, hat girtin.
Di operasyona pêla duyemîn a di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de xwediyê şîrketa ACA Ragîhandinê Mehmet Aca hatibû binçavkirin. Mehmet Aca piştî îfadeya dozgeriyê sewqê Dadgeriya Ceza Sulh hat kirin û ji sûcdariya ‘tunekirina delîlan’ hat girtin.
Îfadeyên hevjîna waliyê demîyê Dêrsîmê Tuncay Sonel, Handan Sonel û cerdevan Yilmaz Arslan didome.







