Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi rayedarên AKP’ê re hevdîtin kir

  • 17:25 24 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ENQERE - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê tekildarî qanûna çarçoveyî bi AKP’ê re hevdîtin pêkanî.
 
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê li meclise bi Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler, Wekîlê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk re tekildarî qanûna çarçoveyî hevdîtin pêkanî. Heyetê herî dawî li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtin pêkanîbû.