Gumanbarê destdirêjî li zarokê kir hat binçavkirin

  • 22:15 22 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED - Li Semta Ofîsê ya Amedê di saetên êvarê de gumabarê ku destdirêjî zarokek 12 salî kir, hate binçavkirin.
 
Li Cadeya Rizvan Aga ya li Semta Ofîsê ya Amedê kesek ku navê wî nehat zanîn û temenê wî di navbera 30-35 salî de destdirêjî li zarokek 12 salî kir. Hat zanîn malbatê gumanbar li ber avahiyê zeft kiriye û li derdorê kiriye hawar. Hate diyarkirin ku welatiyên derdorê li hawarê hatine û nehiştine ku gumanbar bireve. Hat zanîn ku hin welatiyan li gumanbar daye lê leşker û polîsên sivîl ên ku ketin navberê mudaxile asteng kirine.
 
Piştî ku welatiyan gumanbar zeft kir, polîs hatin cihê bûyerê û ew kirin binçavan û birin qereqola polîsan a Semta Şehîtlîkê.