Li Rihayê Tora Têkoşîn û Piştevaniya li Dijî Tundiyê hat avakirin
- 18:29 22 Tîrmeh 2026
- Rojane
RIHA - Li Rihayê ji bo bihêzkirina piştevaniya navbera saziyan û têkoşîna li dijî tundiya li ser bingehê zayendiya civakî, “Tora Têkoşîn û Piştevaniya li Dijî Tundiyê” hat ragihandin.
Li Rihayê gelek sazî û rêxistinên jinan ji bo xurtkirina têkoşîn û piştevaniya li dijî tundiya zayendî bûn yek û avakirina Tora Têkoşîn û Piştevaniya Dijî Tundiyê deklare kirin. Deklarasyon li Komeleya Mala jiyanê ya Piştevaniya Jinan, bi beşdariya nûnerên gelek saziyên jinan hat xwendin. Metna deklarasyonê li ser navê torê ji aliyê endama Komeleya Mala jiyanê ya Piştevaniya Jinan Fazilet Taştan ve hat xwendin.
‘Têkoşîna kolektîf bûye pêdiviyeke neçarî’
Fazilet Taştan di destpêkê de bal kişand ser cûre û astên tundiya li ser jinê û destnîşan kir ku dikarin piştevaniyê hêj bêtir berfireh bikin û li ser sedema avakirina torê ev tişt got: “Li Rihayê di salên dawî de zêdebûna bûyerên tundî û kuştina jinan, kêmmana mekanîzmayên têkoşînê, mexdûriyeta duyemîn a jinan û kêmasiya koordînasyona navbera saziyan rê li ber şopandina binpêkirinên mafan digire. Ji ber aliyê siyasî û saziyî yê tundiyê avakirina toreke mayînde, pênasekirî û domdar bûye pêdiviyeke neçarî.”
‘Armanc avakirina mekanîzmayeke domdar e’
Fazîlet Taştan destnîşan kir ku tor ji bo beşdarbûna saziyên nû vekirî ye û bal kişand ser armancên sereke yên torê û wiha got: “Tora Têkoşîn û Piştevaniya Dijî Tundiyê ya Rihayê armanc dike ku mekanîzmayeke demdirêj, kolektîf û domdar a têkoşînê ava bike. Domdariya torê wê bi peywendiya birêkûpêk, civînên domdar, parvekirina tecrûbeyan û xebatên parêzvaniyê yên hevpar pêk bê. Saziyên di nav torê de berpirsiyariya hevpar û mezinakirina têkoşînê digirin ser xwe.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Piştevaniya jinan dide jiyîn” re bi dawî bû.
Saziyên ku di torê de cih digrin wiha ne:
Rêxistina Piştevaniya Jinan a Yaşameviyê, Weqfa Sitargeha Jinan a Mor, Meclisa Jinan a KESK’ê, Rêxistina Pêşî Jin û Zarok, Odaya Tabîban, Meclisa Jinan a TMMOB’ê, Înîsiyatîfa Piştevanî û Hafizeya Jinan, Parêzvaniya Bandor, Aktivîstên Jin ên Serbixwe.







