DEM Partiyê bi jinên Suryan re hevdîtin pêk anî
- 17:20 22 Tîrmeh 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Meclisa Jinan û Komîsyona Gelan û Bawriyan a DEM Partiyê di çarçoveya pêvajoyê de li Midyadê bi jinên Suryan re civiya. Di ziyaretê de peyama divê di aştiyê de jin kirde bin hat dayîn.
Meclisa Jinan û Komîsyona Gelan û Bawriyan a DEM Partiyê li navçeya Midyad a Midyadê serdna Federasyona Komeleyên Suryan (SUDEF) û Komeleya Jinên Suryan (SURKADÎM) kir. Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û Hevberdevka Komîsyona Gelan û Baweriyan Yuksel Mutlu û gelek kes beşdarî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de rola jinan a di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, mijarên têkoşîna hevpar hatin gotûbêjkiin.
Halîde Turkoglu anî ziman ku jin di nava DEM Partiyê di mekanîzmayên biryarê de diyarker in û got: “Ji ber vê yekê di Meclisa Jinan a partiya me de ji baweriyên cuda jin tê de cih digirin. Têkoşîna her jineke ku hatî înkarkirin di binê vê sîwanê de tê kirin. Di vê pêvajoyê de em dixwazin jin bibin kirde. Ji ber vê yekê ji Kurdistan û ji Tirkiyeyê dê ji gelek deveran jin werin bicivin û em ê bi jinan re nîqaşên têkildarî avakirina dahatûyê û çareseriya pirsgirêkan nîqaş bikin.”
Hevdîtin piştî ku jinên Suryan der heqê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de fikr û pêşniyarên xwe gotin, bi dawî bû.







