Neslîhan Şedal: Modela xweseriya herêmî mifteya aştiya civakî ye

  • 09:50 17 Hezîran 2026
  • Rojane
Rojda Aydin-Pelşîn Çetînkaya
 
AMED – Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin, diyar kir ku şertê bingehîn ê demokratîkbûnê xurtkirina rêveberiyên herêmî û misogerkirina beşdariya gel a di pêvajoyên biryardayînê de ye. Neslîhan Şedal bi lêv kir ku modela xweseriya herêmî ya xurtkirî bingeha aştiya civakî û çareseriyeke demokratîk e.
 
Girîngiya li ser rêxistina herêmî û komunal, ku di perspektîfa civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pir girîng e, bi gelek bendên Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropî re têkildar e, ku Tirkiye îmze kiriye lê li ser hinek madeyan gumanên xwe diyar kiriye. Li Îspanyayê rêveberiyên herêmî, di destpêkê de pevçûnên dîrokî û daxwaza naskirina nasnameyan li ber çavan hatiye girtin û ketiye bin ewlehiya destûra bingehîn. Ji ber vê, ne tenê ji birêvebirina rêveberiyên herêmî re; dewlet çawa rêxistin dike, nasname çawa tên nasîn û der barê ku têkiliyek çawa bi navendê re tê avakirin de çarçoveyek berfireh pêşkêş dike. Nîqaşên li ser xweseriya herêmî ya li welêt berdewam dikin, ku balê dikişînin ser zêdekirina erkên rêveberiyên herêmî û xurtkirina beşdariya demokratîk.
 
Têkildarî mijarê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, têkildarî mijarê ji ajansa me re nirxandinan kir.
 
“Mixabin, welatê me di gelek waran de ji mafê welatiyan ê dengdan û hilbijartinê bigire heta beşdarbûna wan a di mekanîzmayên biryardanê de, bi zext û kiryarên dij-demokratîk re rû bi rû ye.”
 
Li gor we ji bo bicîhanîna Peymana Ewropî ya Xweseriya Herêmî li Kurdistan û Tirkiyeyê çi rêziknameyên qanûnî û îdarî pêwîst in?
 
Me di vê konferansa xwe ya 4 rojan ku berdewam kir de li ser mijara xurtkirina demokrasiyê li ser asta herêmî nîqaş kirin. Bê guman xurtkirina demokrasiyê li ser asta herêmî rasterast bi dabînkirina parastina qanûnî bi rêveberiyên herêmî ve girêdayî ye. Ger ku xurtkirina rêveberiyên herêmî li welatekî bi destûrî neyê garantîkirin, derî dê bi berdewamî ji bo pratîkên dij-demokratîk vekirî bimîne. Hemwelatî ne tenê divê mafê xwe yê dengdan û hilbijartinê bi kar bînin, lê di heman demê de bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên rêveberiya herêmî jî bibin. Afirandina hawîrdorek demokratîk ku tê de mirov dikarin di çareserkirina pirsgirêkên civakî de pêşengiyê bikin, gotina xwe bibêjin û projeyan bicîh bînin, tenê bi rêya bingehek destûrî mimkun e.
 
Mixabin, welatê me di gelek waran de ji mafê welatiyan ê dengdan û hilbijartinê bigire heta beşdarbûna wan a di mekanîzmayên biryardanê de, bi zext û kiryarên dij-demokratîk re rû bi rû ye. Yek ji mînakên herî berbiçav ên vê rewşê tayînkirina qeyûman e, rêziknameyek ku bi rêya fermanek di dema rewşa awarte (OHAL) de ketiye jiyana me û vîna gel desteser dike. Çareserkirina van û pirsgirêkên bi vî rengî ji bo xurtkirina rêveberiya herêmî û demokrasiya herêmî pir girîng e. Ji ber vê yekê, divê demildest di derbarê vê mijarê de sazkirina qanûnî pêk bê.
 
 
“Ger îro hûn bixwazin projeyekê li ser asta rêvebiriyên herêmî bicîh bînin lê hûn rastî astengiyên hikûmeta navendî werin, hûn nikarin li wir behsa pergaleke demokratîk a rêvebiriyê bikin.”
 
Hûn parvekirina qada erkdariyê ya di navbera rêvebiriyên navendî û rêvebiriyên heremî yên Kurdistan û Tirkiyeyê de û serxwebûna di pêvajoyên biryargirtinê de çawa dinirxînin?
 
Mercê bingehîn ji bo avakirina modelek rêveberiya herêmî ya giştî û demokratîk û pêşxistina projeyên ku li gorî pêdiviyên tax û bajêr an, berfirehkirina çarçoveya qada erkdariyê ya rêveberiyên herêmî ye. Wek mînak, modela netew-dewletê ji bo rêveberiya herêmî li ser têgeha ‘tekparêz’ hatiye avakirin. Di vê modelê de serokek heye û hemû desthilat li dora wî serokî kom dibe. Heke meclîsek hebe jî, biryar û desthilatên wê pir sînordar in; bicîhanîn an erêkirina hemû biryaran bi giranî bi însîyatîfa serok ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, gava yekem ew e ku pergal bi xwe demokratîk bibe û ev şêweya wesayetê ya li ser rêveberiyên herêmî ji holê were rakirin an jî ji nû ve were sazkirin. Mixabin, em di welatekî de dijîn ku pergala wesayetê lê heye û her yek ji van saziyan dikare veguhere otorîteyeke wesayetê. Ji ber vê yekê yek ji warên me yên herî bingehîn ên têkoşînê afirandina mekanîzmayên ku dê demokrasiyê di rêveberiyên herêmî de xurt bikin e.
 
Di pergaleke rêveberiyê ya fêmbûnê de, mekanîzmayên heyî bi tevahî ji bo civak, jin û dînamîkên civakî girtî ne. Ji ber vê yekê, girîng e ku ev erka mutleq a wesayetê li ser deverên herêmî were rakirin û rêbazên ku dê diyalogek demokratîk di navbera rayedarên navendî û herêmî de pêş bixin werin bicîhkirin. Ger îro hûn bixwazin projeyekê li ser asta rêvebiriyên herêmî bicîh bînin lê hûn rastî astengiyên hikûmeta navendî werin, hûn nikarin li wir behsa pergaleke demokratîk a rêvebiriyê bikin. Dema ku hin proje têne bicihanîn, pêwîstiya bi piştgiriya darayî yan çavkaniyan bi tiştekî pir xwezayî ye; ji ber vê yekê pêwîst e ku serxwebûna darayî ya civaka herêmî were misogerkirin. Lêbelê, di pergalên ku bi nêzîkatiyek wesayetî têne rêvebirin de, hemû biryarên derbarê mijarên darayî de girêdayî hikûmeta navendî ne. Dema ku hûn dixwazin pêdiviyên herêmî çareser bikin, pirsgirêkên civakî çareser bikin û polîtîkayan çêbikin, hikûmeta navendî dikare ambargoyekê li ser çavkaniyên ku hûn hewce ne ferz bike. Dema ku hûn bixwazin saziyekê ji bo xizmeta civakê vekin jî, hûn dîsa jî divê ji hikûmeta navendî erêkirinê bistînin. Ev rewş astengiyên burokrasiyê yên pir cidî li pêşiya xizmeta gel diafirîne û ev pirsgirêka sereke ye ku em di vî warî de pê re rû bi rû dimînin.
 
“Bi kurtasî, demokrasiya herêmî şertekî bingehîn e ji bo pêşketina civakî û aştiyê.”
 
Li gor we, divê rêveberiyên herêmî di bin parastina mekeqanûnê de bin? Sazkirineke bi vî rengî dê bandoreke çawa li ser demokrasiya herêmî bike?
 
Cihgirtina demokrasiya herêmî di makeqanûnê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî bi rêbazên aştiyane girîng e. Misogerkirina parastina makeqanûnî ya demokrasiya herêmî, di rastiyê de parastina demokrasiyê bi xwe ye. Beşdarbûna gel a di rêveberiyê de û bicîhanîna biryarên xwe bi xwe hesta aîdiyeta welêt xurt dike û kalîteya jiyanê baştir dike. Bi kurtasî, demokrasiya herêmî şertekî bingehîn e ji bo pêşketina civakî û aştiyê.
 
“Ji bo vê yekê, divê em rihê jiyana komunal li her deverê ku pirsgirêkên civakî hene vejînin. Divê em bi avakirina civakên di tenduristî, aborî, ziman û hunerê de hevgirtinê xurt bikin.”
 
*Ji bo misogerkirina beşdariya gel a bi bandortir di pêvajoyên biryardana herêmî de, çi mekanîzma dikarin werin pêşxistin? Xurtkirina demokrasiya herêmî çawa dikare beşdarî pêvajoya demokratîkbûna giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê bibe?
 
Çareseriya hem pirsgirêka azadiya kurdan û hem jî hemû qeyranên civakî bi xurtkirina demokrasiya herêmî ve girêdayî ye. Pirsgirêka azadiyê derket holê ji ber ku em wek kurd nikarîbûn bi ziman, çand û nirxên xwe yên civakî bijîn. Em bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû man û nikarîbûn herêmên xwe birêve bibin. Ev yek ji bo gelên din jî derbasdar e. Çareserî di misogerkirina demokrasiya herêmî ya bi destûrî û avakirina jîngehên ku mirov dikarin bi nasname, ziman û baweriyên xwe bi azadî bijîn de ye.
 
Demokrasiya herêmî mertalek li dijî endezyariya civakî ya ji jor ber bi jêr e. Di pergalên otorîter de ambargo datînin ser vîna gel û her tişt wekî ku ‘bi navê gel’ tê kirin tê pêşkêşkirin, her çend li dijî vîna gel be jî. Lêbelê, armanc ne çareserkirina pirsgirêkê ye, lê veşartina bêserûberiyênku hatine kirin e. Çareseriyên ku ji jor ve bi nêzîkatiyek pozîtîvîst û bêyî beşdariya raya giştî têne ferzkirin, tenê pirsgirêkan kûrtir dikin.
 
Rastî ev e, gel hem pirsgirêka xwe û hem jî çareseriya wê dizane. Dema ku mirov bi rêya pêvajoyên biryardanê xwe bihêz dikin, ew hestek aîdiyeta xwe bi ax û cihê xwe re pêş dixin. Gelên ku xizaniyê dikişînin, ji ber ku dizane çi ji wan hatiye stendin, dê dîsa di cihê xwe yê herêmî de li wê bigere. Ev yek demokrasiya herêmî ye. Jin bi xwe herî baş çareseriya têkoşîna li dijî komkûjiya jinan û pêvajoya sazûmankirina guncav dizanin; gavên din ên ku li ser navê jinan têne avêtin dê çareseriyê bi xwe re neyne. Gel, li hemberî kedxwarina aborî, li gorî şert û mercên herêmî pir baş dizane ku çi hewce dike. Ji ber vê yekê, divê gel di her qonaxê de xwedî gotin û hêza biryardanê be.
 
Ji bo vê yekê, divê em rihê jiyana komunal li her deverê ku pirsgirêkên civakî hene vejînin. Divê em bi avakirina civakên di tenduristî, aborî, ziman û hunerê de hevgirtinê xurt bikin. Ji meclîsên taxan bigire heta meclîsên bajaran, divê em modelek rêveberiya herêmî ya berfireh û beşdar bicîh bînin ku hemî dînamîkên civakê bîne cem hev û enerjî û hêza çareserkirina pirsgirêkan a mirovan bixe navendê.
 
“Ger şert û mercên pêwîst werin afirandin û rêveberiyên herêmî di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de werin xurtkirin, wê demê îdeolojî û paradigmaya ku em diparêzin dikare vî welatî bike modelek di nav neteweyên cîhanê de, mîna ku em komara demokratîk diparêzin.”
 
*Kurdistan û Tirkiye dikare çi dersan ji modela xweseriya herêmî ya li Welatê Bask a Îspanyayê fêr bibe? Gelo xurtkirina rêvebiriyên herêmî dikare beşdarî lihevkirina civakî û pêvajoyên aştiyê bibe?
 
Aştiya civakî û azadiya civakî bi xurtkirina rêveberiyên herêmî pêk tên. Ji ber ku hêz, netew-dewlet û pergalên ku îro qadên jiyanê yên civakan vediguherînin xelekek agir, xwe bi hedefgirtina herêmî ava kirine. Tekane rêya berxwedana li dijî vê pergalê, xurtkirina mekanîzmayên rêveberiyên herêmî ye ku tê de gel xwe bi xwe birêve dibe. Wekî tevgera siyasî ya kurd, ji ber ku me herî zêde li ser mijara xweseriyê nîqaş kiriye, em bûne hedefa herî zêde ya êrîşan. Lê ev rastiyek e ku xwecihî, welatekî û aştiya civakî xurt dike û wê welatê di nav erdnîgariya xwe de digihîne astek bilindtir. Dema ku em li modelên dinyayê dinêrin, em dibînin ku li her deverê ku rêveberiyên herêmî xurttir be, rastiya welatekî bihêz heye. Wek mînaka Spanyayê nîşan dide, xwerêveberiya gel faktora herî girîng e ku dikare aştî û azadiyê bîne.
 
Îspanyayê di sala 1978’an de bi makeqanûna xwe ya demokratîk modelek xweseriya herêmî ya pêşkeftî bicîh anî. Îro, Herêma Bask modelek ji bo rêveberiyên herêmî pêşkêş dike ku li çaraliyê cîhanê tê naskirin. Çima Tirkiye di warê rêvebiriyên herêmî de nebe welatekî model? Çima divê welatek bi pêkanînên dij-demokratîk, desteserkirina maf, vîn û darbeyan ve were naskirin? Digel ku gelek welatên cîhanê, wek Spanyayê xwedî modelên cuda ne, çima divê Tirkiye bi tayînkirinên qeyûman ve her tim di rûpelên tarî yên dîrokê de were nivîsandin, li şûna ku bibe mînakek demokrasiyê? Ji ber vê yekê, em di vê pêvajoya dîrokî de girîngiyek mezin didin xurtkirina rêveberiya herêmî. Em dibêjin ku divê demokrasiya herêmî, bi taybetî bi mekeqanûnan were garantîkirin da ku aştî li welêt were misogerkirin.
 
Ji ber ku mînaka Baskê tam tiştê ku em dibêjin ji me re vedibêje: Paradîgmaya neteweya demokratîk daxwaz dike ku gelên herêmî bikaribin xwe birêve bibin, di jiyana xwe de xwedî gotin bin, bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin û bi zimanê xwe yê dayikê bijîn û zarokên xwe bi çanda xwe mezin bikin. Li şûna ku bi kedxwarina çavkaniyên erdnîgarî û polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû bimîne, armanc dike ku aboriya xwe pêş bixe. Di vê serdema kûrbûna xizaniyê de, armanc ew e ku bi avakirina modelek aboriya herêmî ya bihêz pêşî li koçberiya ciwanan û windakirina jiyana wan di şert û mercên nemirovane yên li fabrîqa û kargehan de were girtin. Ev hemû pirsgirêkên jiyanî ne. Pirsgirêka jiyana li gorî nirx, bawerî û nasnameya xwe ya çandî rasterast bi pirsgirêka xweseriya herêmî ya xurtkirî ve girêdayî ye.
 
Dema ku em lê dinêrin, em behsa xweseriyeke herêmî dikin ku maf û azadiyên bingehîn di çarçoveya destûra hevpar a welatê xwe de têne garantîkirin, mirov li gorî nirxên xwe yên civakî dijîn û mekanîzmayên xwe yên aborî û tenduristiyê ava kirine. Bê guman, ev pratîkek e ku em pir caran wekî mînakek didin ji bo Kurdistanê. Dema ku em vê yekê li ser Kurdistanê bicîh bînin, mebesta me ew e ku divê hemû gelên ku li vir dijîn bikaribin bi çand, ziman, bawerî û nirxên xwe yên civakî bi azad bijîn; ku divê ew bikaribin di derbarê jiyana xwe de biryarên xwe bidin. Ev tenê bi xurtkirina qada rêveberiyên herêmî dikare were pêkanîn.
 
Ger şert û mercên pêwîst werin afirandin û rêveberiyên herêmî di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de werin xurtkirin, wê demê îdeolojî û paradigmaya ku em diparêzin dikare vî welatî bike modelek di nav neteweyên cîhanê de, mîna ku em komara demokratîk diparêzin. Çima na? Em vê pirsê ji vir dipirsin. Berpirsiyariya me hemûyan e ku em Tirkiyeyê di her warî de bilind bikin û em ê parastina vê yekê berdewam bikin.
 
“Peyam ji aliyê beşdarên konferansê ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Bê guman, divê were zanîn ku perspektîfên wiha di tevahiya pêvajoyê de me pir xurt kirine û derfetên nû vekirine. Her wekî di modelên cihanî de, pêkanîna demokrasiya herêmî pir girîng e.”
 
Di dawiyê de, nameya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji konferansê re hatibû şandin jî hebû. Û hûn têgeha rêxistina herêmî û komunal a ku di Perspektîfa Civaka Demokratîk de pir girîng e çawa dinirxînin? Ji bo modelek rêveberiyên herêmî ku li gorî vê perspektîfê be, divê çi gav werin avêtin? Ji bo afirandina modelek rêveberiyên herêmî ku li gorî vê perspektîfê be, pêşî divê çi gav werin avêtin?
 
Peyam ji aliyê beşdarên konferansê ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Bê guman, divê were zanîn ku perspektîfên wiha di tevahiya pêvajoyê de me pir xurt kirine û derfetên nû vekirine. Her wekî di modelên cihanî de, pêkanîna demokrasiya herêmî pir girîng e. Rêbertî jî rizgariya civak û dewletekê bi xurtkirina rêveberiya herêmî û demokrasiya herêmî ve girêdayî dibîne. Wî teqez kir ku ger ev yek çêbibe, hemû pirsgirêkên civakî dikarin werin çareserkirin û ya herî girîng jî ev tenê bi beşdariya gel bi xwe dikare were bidestxistin ku gel hêza dîtina çareseriyan e. Tenê wê demê gel dikare herêma xwe wekî şaredariya xwe bibîne û xwedî lê derkeve û di encama vê xwedîderketinê de pratîkên dij-demokratîk wê ji holê bên rakirin. Di peyamê de her wiha hate gotin ku dema van hemûyan bike, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê jî pêwîst e ku komun bên avakirin.
 
Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, divê em di serî de aştiyê di nav civakê de ava bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî rêxistinbûyînê biafirînin. Ev yek ji armanc û prensîbên sereke yên konferansa me bû. Ji ber vê yekê, peyama ku ji konferansê re hat, ev ruh vejand û me pir kelecanî kir. Bê guman, me her wiha diyar kir ku em ê di pêşerojê de li her deverê ji bo pêvajoya civakkirina civaka aştî û demokratîk, rêxistinkirina wê bi awayekî komunal û avakirina komunan di her warî de têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo me, ev êdî ne tenê îdîayek e, lê armancek berbiçav e ku divê di civakê de were pêkanîn.
 
Peyama ku hat xwendin me pir bi hêz kir û di heman demê de divê em sepandina pratîkî ya vê îdiayê di civakê de jî nîşan bidin. Ji vê perspektîfê ve, em dixebitin da ku jiyana komunal li her derê were damezrandin û mirov bi xwe jî beşdarî hemû xebatan bibin. Em ê di hemû rêxistinên civakî û mekanîzmayên çareserkirina pirsgirêkan de pêvajoyekê ava bikin ku gel tê de beşdar bibe, ku gel bi xwe pêşengiyê dike, hêza li pişt çareseriyan e û dikare di qonaxa pêkanînê de beşdar bibe. Em bawer dikin ku bi vî rengî em dikarin ji vê pêvajoyê pir xurtir derkevin.