Pervîn Bûldan çû serdana Leyla Guven
- 20:40 26 Sibat 2026
- Rojane
ENQERE - Leyla Guvenê, bi rêya Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldanê ku serdana wê kir, silav ji her kesî re şandin.
Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîla Meclisê Pervîn Bûldan, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê serdana siyasetmedar Leyla Guvenê kir. Pervîn Bûldanê piştî serdanê, li hesabê xwe yê medyaya sanal wêneyê xwe yê bi Leyla Guvenê re parve kir û got: "Min li Girtîgeha Sîncanê serdana hêja Leyla Guvenê kir. Silavên wê ji her kesî re hene."







