Hevdîtinên Îlham Ehmed û Rohilat Efrînê yên li Ewropayê didomin
- 19:26 26 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn, hevdîtin bi Partiya Keskan û Partiya Gel a Ewropayê re kirin.
Di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên ji bo xurtkirina diyalogê bi saziyên Ewropî re, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrînê îro li Parlamentoya Ewropayê (PE) du hevdîtinên cuda bi koordînatora Partiya Kesk a Komîteya Têkiliyan Hannah Neumann û nûnerê Partiya Gel a Ewropayê di heman komîteyê de Michael Gahler, kirin.
Di her du hevdîtinan de, her du aliyan li ser pêşdeçûnên li herêmê nîqaş kirin û girîngî da avakirina mekanîzmeyeke çavdêriyê ya navneteweyî ya aktîv ji bo şopandina pêvajoya entegrasyonê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî de, bi awayekî ku mafên siyasî, çandî û sivîl ên gelê Kurd misoger bike û nehêle tu binpêkirin li hemberî pêkhateyên din çêbibin, li kêlek wê jî rêyên çareseriya siyasî xurt bikin.







