Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin
- 15:46 16 Sibat 2026
- Rojane
AMED - Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de, bi hevkarî û beşdariya Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Peyasê, Gerînendetiya Parastin û Pêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û MED-DERê, li bazara taxê etîketên biçûk û tabelayên bi zimanê Kurdî hatin belavkirin.
Di vê çalakiyê de, etîketên biçûk û tabelayên dikanan ên bi Kurdî li firoşkar û dikandarên li sûk û taxa bazarê hatin belavkirin. Endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê, nûnerên Gerînendetiya Çandê, Komîsyona Ziman, Gerînendetiya Parastin û Pêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û rêveberên MED-DERê beşdarî çalakiyê bûn.
Armanca sereke ya çalakiyê zêdekirina hişmendiya zimanî bû. Ji ber vê yekê, etîketên curbecur li firoşkar û welatiyan hatin belavkirin. Di nav wan de etîketên biha û navên sebzeyan bi Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî), her wiha etîketên deriyan ên bi nivîsên “Vekirî – Girtî” û “Bi xêr hatin” jî hebûn û li dikan û kargehan hatin daliqandin.
Eleqe û kêfxweşiya mezin hate nîşandan
Şandeyê çalakiyê bi dikandarên bazarê û welatiyên li wir re sohbet kir, guh da daxwaz û pêşniyarên wan û tekez kir ku parastina mîrateya çandî û bikaranîna zimanê dayikê di hemû warên jiyana rojane de, bi taybetî jî di qada bazirganiyê de pir girîng e.
Dikandar û welatiyên ku ji bo kirîn û firotinê li bazarê bûn, ji vê çalakiyê gelek kêfxweş bûn û eleqeyeke mezin nîşan dan. Gelek kesan gotin ku ev cure çalakî ji bo zindîkirina zimanê Kurdî di jiyana rojane de gaveke pir bi qîmet e.







