Lêgerîna çareseriya demokratîk (8)
- 09:05 16 Sibat 2026
- Dosya
Xweparastin û neteweya demokratîk
Leyla Ayaz
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez dike ku xweparastin ji bo civakê bi qasî debara jiyanê û zayînê girîng e û dibêje, "Ti cureyekî bêparastin tune ye" û perspektîfa neteweya demokratîk wekî garantiya jiyaneke azad ji bo Kurdan pênase dike.
Xweparastin ji bo zindiyan fonksiyonek girîng e mîna xwarin û hilberandinê. Di civakên mirovan de, xweparastin ne tenê pêdiviyek biyolojîk e, lê di heman demê de pêdiviyek civakî ye jî. Ji bo Kurdan, ev rastî di seranserê dîrokê de hîn bêtir eşkere bûye. Lêbelê, avahiyên dewleta netewe yên modernîteya kapîtalîst bi polîtîkayên înkar, hilweşandin û asîmîlasyonê hebûna Kurdan tehdît kirine. PKK’ê, têkoşînek ji bo xweparastina gelê Kurd pêş ket. Perspektîfa neteweyek demokratîk afirandina mekanîzmayên xweparastinê ji bo Kurdan tîne pêş.
Di cilda 5'an a parastina xwe de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berfirehî vê mijarê di beşa bi sernavê "Sîstema Xweparastinê ya Neteweya Demokratîk" de dinirxîne û perspektîfek çareseriyê pêşkêş dike. Di vê beşa dosyayê de, em nirxandinên Abdullah Ocalan tînin ziman.
Abdullah Ocalan, da zanîn ku di cîhana zindî û ruhberan de her cure û celeb li gorî xwe xwedî sîstemeke parastinê ye û got: “Cureyekî bi tenê yê zindiyan tineye ku bêparastin be. Heta mirov dikare li gerdûnê berxwedana her elementî û her perçikî ji bo parastina hebûna xwe weke xweparastinê şîrove bike. Berxwedana li dijî deformebûn û derketina ji xwebûnê eşkere bi têgînên xweparastinê tê îfadekirin. Kengî ev berxwedan têk biçe, ew element an perçik berepaş diçe, ji xwebûnê derdikeve, vediguhere hêmaneke din. Di cîhana zindiyan de kengî berxwedana xweparastinê bişkê, hingê ew zindî yan ji bo zindiyên din dibe xwarin an jî dimire.”
‘Jiyan bêyî parastinê ti carî nameşe’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku heman sîstem ji bo civak û cinsê mirov bi zêdehî di cih de ye û wiha bi lêv kir: “Cureyekî narîn mîna mirov û civaka wî hebûnên li tehlûkeyan vekirî xweparastineke wan a bi hêz nebe nikarin hebûna xwe demeke dirêj li ser piyan bigirin. Li cem cinsê mirov parastin bi qasî ku biyolojîk e, ewqasî jî civakî ye. Parastina biyolojîk li cem her hebûna zindî ji aliyê xerîzeyên parastinê ve tê pêkanîn. Parastina civakî jî bi hevpariyeke tevahiya ferdên komê tê bicihanîn. Heta li gorî derfetên parastinê hejmara komê û şêweyê rêxistiniya wê timî diguhere.
Parastin yek ji fonksiyonên bingehîn ê komê ye ku dimeşîne. Jiyan bêyî parastinê ti carî nameşe. Çawa ku tê zanîn du fonksiyonên din ên bingehîn xwexwedîkirin û xwezêdekirin e. Çawa ku xwexwedîkirin û xwezêdekirin nebe zindî û ruhber nikarin jiyana xwe dewam bikin, bêyî xweparastinê jî nikarin jiyana xwe dewam bikin.
Encameke din a girîng ku mirov dikare ji cîhana xweparastinê ya zindiyan bigire ew e, ev xweparastin bi tenê ji bo parastina hebûnê ye. Li ser cureyên xwe, heta li ser hebûna cureyên din sîstemên mêtinkarî û serdestiyê ava nake. Cara pêşî li cem cureyê mirov sîstemên serdestî û mêtinkariyê pêk hatine. Di vê de pêşketina zêhnê cureyê mirov ê rê li ber derfetên mêtinkariyê vekiriye û bi vê ve girêdayî bidestxistina berhemê zêde bi tesîr bûne. Ev rewş ne bi tenê bergiriya hebûna xwe, herweha parastina nirxên kedê ango şerên civakî jî bi xwe re tîne.”
‘Timî bi êrişan re rûbirû bûn’
Abdullah Ocalan, daxuyand ku li gorî şertên berbiçav ên Kurdan xweparastin tevahiya dîrokê ji bo wan her tim girîng bû û di parêznameya xwe de wiha tîne ziman: “Ji ber ku komên Kurdan demeke dirêj û hûrûkûr bi şoreşa neolîtîkê rabûn û di dereceya yekemîn de paşhatiyên wê bûn, timî bi êrişan re rûbirû bûn. Ji ber hatin û berhemên zêde yên şoreşa cotkariyê li Kevana Bi Bereket timî êrişan di rojevê de cih girtin. Bi hezaran salan bi vî awayî dewam kir. Piştî ku sîstemên şaristaniyê yên li ser berhemên zêde xwe bi pêş xistin, hêzên xwe di çarçoveya bajar, çîn û dewletê de ava kirin, dema êrişên wan ên bi pîlan û sîstematîk jî dest pê kir. Ji şaristaniya Sumeran heta bi hêza herî dawî ya hegemon a şaristaniya serdest a roja me ya îro DYE bêhejmar hêzên şaristaniyê êrişên wan ên yekser an neyekser li ser herêmê û komên wê kêm nebûne.
Hebûna Kurdan dikeve tehlûkeyê
Bi modernîteya kapîtalîst re êrişên dused salên dawî ketine kirasekî din û rengekî din girtine. Ji serdema destpêkê ve weke yekeyên qebîle û eşîran li qadên çiyayî bergiriya hebûna xwe kirine ango xwedî sîstemeke xweparastinê bûn, lê li hemberî amûrên êrişê yên bi sîstema kapîtalîst re derketine holê ev sîstema wan a bergiriyê kêm ma û têrê nekir. Cara pêşî ye ku tehlûke çêdibe hebûna xwe ji dest bidin û ev dikeve rojevê. Ji aliyê Kurdan ve, avahiya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst, ne bi tenê azadiyên wan ji destên wan digire, di heman demê de dibe sedem ku hebûna wan jî bikeve tehlûkeyê.
Tesfiyekirina Kurd û Kurdistanê
Di nava sînorên siyasî de bername û çalakiya ‘tek ziman’, ‘tek netewe’ û ‘tek welat’ hatiye meşandin û di nava wan sînoran de jî ziman, netewe û welatên din bi înkar û îmhayê re rûbirû bûn. Kurdistan hat parçekirin û dewletên netewe Kurdên li her parçeyî xistin nava diranên înkar û îmhayê. Dewletên netewe yên ku hêzên hegemonîk piştgiriya wan dikirin, tesfiyekirina Kurd û Kurdistanê weke polîtîkayên bingehîn qebûl kirin. Kengî berxwedana xweparastinê ya Kurdan kêm ma û şikest, hingê dor hat hilweşîn û jihevdeketina civakê, û bi vê re komikên civakê yên mayî bêne asîmîlekirin û tesfiyekirin.
Vê pêvajoya tesfiyekirinê bi dijwarî dewam kir. Tevgera PKK’ê weke nerazîbûnekê derket holê û di destpêkê de bi awayekî bingehîn tevgera xweparastinê ya Kurdan e. Tevgera xweparastinê ya pêşî bi awayekî îdeolojîk û polîtîk hat meşandin, di demeke kin de gav avêt qonaxa xweparastinê ya li ser bingehê şîddeta li beramberî hevdû. Parastina çekdarî ya di destpêkê de bi tenê xwe disipart parastina hebûna kadro û sempatîzanan, bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re gel jî xist çarçoveya xwe û bi vî awayî berê xwe fireh kir. Tevger veguherî şerê xweparastina gel û lewma bû hedefa êrişên bi plan ên hêzên hegemonîk ên pêwendîdar hemûyan, nexasim hêzên NATO-Gladîo. Bi tevahî hêzên ditirsiyan ku Kurdên li Kurdistanê li ser çarenûsa xwe bibin xwedî gotin û tewazunên li herêmê serûbinî hev bikin, li pişt van êrişan cih girtin.
Berxwedanê derbeke mezin li polîtîkayên înkarê da
Lê tevî vê jî van şerên berxwedanê derbeke mezin li polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dan. Xwedîderketina gel a li nasnameya xwe û helwesta bi israr a ji bo jiyana azad misoger kir. Herçiqasî bi tevahî armancên berê yên dewletên netewe ji bo tesfiyekirina gelê Kurd bi dawî nebûbin jî weke berê îddîayên wan nemane. Em gihiştine wê qonaxê ku nasnameya Kurd bê qebûlkirin û ji jiyana xweser re rêz bê nîşandan. Ev rewş ji aliyê şerê xweparastinê ve rewşeke nû ye.
Mîsogerkirina nasnameya kurd
Abdullah Ocalan “Ji bo jiyaneke hevpar bi dewletên netewe re şert e ku bi kêmanî nasnameya Kurd û jiyana wî ya azad bi destûra bingehîn bê misogerkirin” mijarê wiha dinirxine: “ Bêguman misogeriya bi destûra bingehîn têrê nake, wekî din divê bi statuyên bi qanûnan bê diyarkirin li şertên berbiçav ên vê misogeriyê bê pirsîn. Ji bilî parastina neteweyî ya hevpar a li dijî derve, karûbarên ewlekariyê yên hundir divê civaka Kurd bi xwe pêk bîne. Ji ber ku herî baş civakeke bi xwe pêdiviyên xwe yên ewlekariya hundir dizane û dikare bi awayekî di cih de pêk bîne. Lewma divê dewletên netewe yên pêwendîdar (dewletên netewe yên navendî Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrî) di polîtîkayên xwe yên ewlekariya hundir de reformên girîng bikin. Kengî çareseriya demokratîk û aştî pêk hat divê KCK jî hêzên xweparastinê ango Hêzên Parastina Gel HPG’ê ji nû ve bi rêkûpêk bike. Bêguman ji bo ji nû ve bi rêkûpêkkirinê qanûnên nû divên. Eşkere ye ku sîstemên mîna Alayên Hemîdiyê û ‘cerdevanên gundan’ wê neyên qebûlkirin. Lê li ser bingehê lihevkirina bi dewletên netewe re û di çarçoveya ewlekariya hundir a qanûnî de ji nû ve birêkêpêkkirina hêzan mumkîn e.
Li dijî tevahî pêkanînên (şerên eskerî, polîtîk, çandî, civakî û derûnî) dewleta netewe yên gihiştine asta qirkirina çandî bi awayekî domdar di rewşa şer de bin. Hebûn û azadiya Kurdan û Kurdistanê bêyî xweparastinê nabe.”







