Ji sînor peyama ji bo Rojava: Em ê sînoran rakin

  • 09:06 22 Çile 2026
  • Rojane
Neslihan Kardaş- Pelşîn Çetinkaya 
 
MÊRDÎN - Jinên ku li ser sînorê Qamîşloyê kom bûn, li dijî êrîşên li ser Rojava daxwaza aştiyê kirin. Jinan bal kişandin ser wêrankeriya şer a li ser jin û zarokan û diyar kirin ku ew ê dev ji hevgirtina xwe bernedin û gotin, "Rojava dilê me ye, em sînoran nas nakin."
 
Di demekê de ku HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin êrîşên xwe yên li ser Rojava didomînin, bêdengiya dewletên navneteweyî jî berdewam dike. Li hember van êrîşan, têkoşîn û berxwedana gelê Rojava bi biryardariyeke mezin berdewam dike. Jinên ku li ser xeta sînor a Nisêbîn-Qamişlo ya Mêrdînê kom bûn, li dijî polîtîkayên şer banga xwe ya aştiyê dubare kirin.
 
Jinên li ser xeta sînor a Nisêbîn-Qamişlo peyama xwe anîn ziman.
 
'Em li kêleka Rojava ne'
 
Halîme Kaya: Em şerê li Rojava şermezar dikin. Em piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê şermezar dikin. Hakan Fidan divê îstifa bike. Em her kesê ku piştgiriyê dide vî şerî şermezar dikin. Em Rojava nadin kesî. Em ê sînoran rakin. Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat hemû yek perçe ne. Em û Rojava yek in û em ê sînoran rakin.
 
Emîne Aydogan: Em li vir in da ku şer rawestînin. Banga me ji Erdogan re ev e ku vî şerî zûtirîn demê rawestîne. Divê dev ji kuştina zarok û jinan berde. Hêsirên dayikan nasekinin. Divê aştiyê ava bikin. Tirkiye û Rojava yek in. Em li kêleka Rojava ne. Em vê zilmê qebûl nakin. Zarokên me li wan axan şehîd ketin. Em bi xwîn û jiyana xwe li kêleka zarokên xwe ne.
 
'Em heta dawiyê bi gelê Rojava re ne'
 
Yildiz Kalin: Em êrîşên li ser Rojava şermezar dikin. Em li dijî êrîş û çeteyan radiwestin. Rojava dilê me ye. Em ê heta dawiyê bi Rojava re bin. Em ê heta dawiyê li vir bin. Ev banga me ye ji bo hemû gelê Kurd; ji bo Rojava rabin ser piyan, bêdeng nemînin. Divê ew vê komkujiyê di zûtirîn demê de rawestînin. Em aştiyê dixwazin, lê ew naxwazin.
 
Zubeyde Poyraz: Em êrîşên li ser Rojava şermezar dikin. Em Kurd hemû yek in. Em şer naxwazin. Divê zarokên tu dayikan neyên kuştin. Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi gelê Rojava re ne. Em li ser sînor in da ku hevgirtin û piştgiriyê nîşan bidin.
 
‘Amerîkayê xiyanet li me kir’
 
Hazari Ozer: Em li vir in da ku êrîşan rawestînin. Em ê tu carî van êrîş û komkujiyan qebûl nekin. Em ê li vir çalakiyên xwe bidomînin. Amerîkayê xiyanet li me kir û rê li ber Tirkiyeyê vekir ku êrîşî Kurdan bike. Heta ku şer berdewam bike, em ê li vir bin.
 
Sureyya Yilmaz: Divê ev xwînrijandin û şer tavilê raweste. Amerîka berpirsiyarê vê yekê ye. Em Kurd ne wekî berê ne. Em bihêztir û hişmendtir in. Wan gelek deverên Sûriyeyê û bajarên wê kontrol kirine; divê ew niha rawestin. Divê Amerîka destê xwe ji me Kurdan vekişîne. Em axa xwe û doza welatê xwe diparêzin.
 
'Em ê bi hev re têkoşîn û berxwedanê xurt bikin'
 
Fikriye Guneş: Daxwaza me tenê aştiyeke bi rûmet e. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa Rêberê xwe bimeşin. Em ê çi ji destê me tê bikin. Em li ser sînorê Qamîşloyê ne ji bo parastina Rojava. Ez bi salan e di vê têkoşînê de me û ez ê berdewam bikim. Em ê her tim li aliyê aştiyê bin. Divê Rêberê me azad bikin.
 
Katibe Pekyuce: Em ji bo Rojava li ser sînor in. Em ji vir silavan ji şervanên Rojava re dişînin. Em ê heta ku ji destê me tê li zevî û kolanan bin. Gelê Rojava ne bi tenê ye. Em bi wan re ne. Em ê bi hev re têkoşîn û berxwedanê xurt bikin. Em şer naxwazin. Em hemû xwişk û bira ne. Ji ber vê yekê, divê ew vî şerî rawestînin. Ez bawer dikim ku şer dê raweste û azadiya Rojava dê pêk were.