Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
- 22:38 20 Çile 2026
- Rojane
STENBOL- 20 kesên ku duh li Sancaktepeyê di protestoyên êrîşên li hember Rojava de hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di çalakiya li dijî êrîşên li dijî Rojava pêk hatin de 20 kes hatibûn binçavkirin. 20 kesê hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetê birin Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. Piştre sewqî dadgeriya Ceza Sulh hatin kirin û ji aliyê dadgeriyê ve bi şerta kontrola edlî hatin berdan.







