Li ber konsulxaneya Sûriyeyê çalakî:Em ligel jinên berxwe didin e
- 22:01 20 Çile 2026
- Rojane
STENBOL- Înîsiyatîfa Jinan a Hewcehiya Min Bi Aşitiyê Heye, êrîşên li ser Rojava yên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’yî yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiye piştgiriyê dideyê li pêşiya Konsulxaneya Sûriyeyê ya li Stenbolê protesto kirin.
Înîsiyatîfa Jinan a Hewcehiya Min Bi Aşitiyê Heye, êrîşên li ser Rojava yên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’yî yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiye piştgiriyê dideyê li pêşiya Konsulxaneya Sûriyeyê ya li Stenbolê protesto kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Kezban Konûkçû, Ozgul Sakî û Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tûncel beşdarî çalakiyê bûn û pankarta bi nivîsa; “Piştevaniya ji çeteyên HTŞ’ê re tê wateya komkujiya li Sûriyeyê! Jin li ba gelê Kurd ê berxwedêr in”hatin vekirin. Jinan gelek caran dirûşmeyên; “ Jin jiyan azadî”, “ Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî leşkeriya jinan” berz kirin û li gel çepik û tîlîliyan zîhniyeta DAÎŞ’ê protesto kirin.
Semîha Ari li ser navê Înîsiyatîfa Jinan a Hewcehiya Min Bi Aşitiyê Heye daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku HTŞ li gel rewabûn û îcazeta ku ji dewleta Tirk û hêzên emperyalîst wergirtine, êrîşî gelê Kurd kiriye û got: “Li gel bombekirina taxên Kurdan ên liHelebê ya bi rojan, êrîşkirina gel ya bi çekên giran, dûrxistina gel ya ji cih û warên wan, koçberkirina bi darê zorê û hewldana jinûvedîzaynkirina nifûsê di serî de gelê Kurd li hemberî Suryanî, Ereb û hemû gelên li wan taxên berbehs dijîn sûcên şerî hatin kirin. Em dizanin ku sûcên şer ên HTŞ’ê yên li dijî jinên ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji bo aşitî û azadiya gelan têdikoşin gefa mêrên cîhadîst û milîtarîst e. Em li hemberî tiştên ku tiştên ku li Helebê qewimîne bêdeng namînin; tevî ku şer û pevçûn rawestiyan jî domandina dorpêçan û êrîşên ku berê xwe didin herêmên cudatir qebûl nakin. Daxwaza xwe ya avakirina aşitiyeke mayînde dubare dikin.”
Semîha Ari di berdewamiya axaftina xwe de banga sekinandina komkujiyên li ser gelê Kurd kir û ev yek anîn ziman: “Parastina aşitiyê ne sûc e. Tevî vê yekê jî krîmînalîzekirina daxwaza aşitiyê, bi awayekî rasteras bandorê li pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê dike û li pêşiya civakîkirina aşitiyê asteng e. Em weke jin ji bo sekinandina komkujiyên li ser Kurd, Elewî, Suryanî û Durziyan dengê xwe bilind dikin, piştgiriyê didin jinên ku li ber xwe didin û têkoşîna hevpar mezin dikin.”







