Tevger û rêxistinên jinan tevlî seferberiyê bûn
- 18:51 20 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Kantona Cizîrê ragihand ku tevlî ew seferberiya giştî bûne.
Li ser banga serferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji bo parastinê herêmê ragihandine, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên jinan a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12'ê Adarê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn û ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Gulistan Gulo ve hate xwendin.
Gulistan Gulo da zanîn ku wan ev daxuyanî li ser banga seferberiya giştî ya ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve hatiye kirin, dane.
Gulistan Gulo diyar kir ku ew vê bangê bi cih tînin û tevlî seferberiya giştî dibin.
Gulistan Gulo bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êriş û komkujiyên li dijî jinan û gelê herêmê şermezar kir û ev peyam da: "Em jin tu carî xaka xwe bernadin. Em ê gel û destkeftiyên xwe biparêzin."
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên; “Berxwedan jiyan e’’ û “Jin Jiyan Azadî “ bi dawî bû.







