Heyeta Ciwanan a Rojhilata Navîn êrîş şermezar kirin
- 19:33 19 Çile 2026
- Rojane
ENQERE - Heyeta Ciwanan a Rojhilata Navîn ku ji Misir, Fas, Tûnis, Libnan û Iraqê pêk tê, êrişên li ser Rojavayê wekî “êrişên tasfiyeya neteweyî” pênase kirin.
Şandeya Ciwanan a Rojhilata Navîn ku ji nûnerên partî û rêxistinên siyasî û her wiha çalakvanên ciwan ên ji Misir, Fas, Tunis, Lubnan û Iraqê pêk tê, ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin, serî li Wezareta Dadê dan. Piştî serlêdanê, ciwanan li ber wezaretê daxuyaniyek dan. Metna daxuyaniyê ya Tirkî ji aliyê endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rezan Kaganarslan û ya Erebî jî ji aliyê rojnamevanê ciwan ê Suryanî Caesare Matti ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êriş û komkujiyên li Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, polîtîkaya “tasfiyeya neteweyî” ya li dijî gelê Kurd e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Helebê bi hinceta “bêçekkirinê” Kurd bi zorê ji cih û warên xwe tên derxistin, bi awayekî sîstematîk di bin zextê de ne û bi binpêkirinên mafan ên kolektîf re rû bi rû ne. Her wiha hat gotin ku êrîşên li Rojava yên sivîlan dikin hedef li dijî hiqûqa navneteweyî ne û hat balkişandin ku bi taybetî jinên Kurd tên hedefgirtin.
Heyetê diyar kir ku dîlgirtina Abdullah Ocalan li dijî peymanên navneteweyî û mercên bingehîn ên pêvajoyeke muhtemel a aştiyê ye. Heyetê destnîşan kir ku Tirkiye berpirsyariyên xwe yên ji bo çareseriya demokratîk a li ser bingeha diyalogê bi cih nayîne
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em hemû aliyên ku berpirsyarê van binpêkirinan in, ji aliyê hiqûqî û exlaqî ve bi temamî berpirsyar dibînin. Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi lez bikevin tevgerê, binpêkirinan bisekinînin, sivîlan biparêzin û hesab ji sûcdaran bipirsin. Em destnîşan dikin ku bêyî rêzgirtina li peymanan aştiyeke mayînde û bêyî girtiyên siyasî edalet ne pêkan e. Em daxwaz dikin ku Heval Abdullah Ocalan bêyî tu mercî tavilê serbest bê berdan, hemû mafên wî yên qanûnî bên mîsogerkirin û mafên ziman, çand, sivîl, siyasî, aborî û civakî yên gelê Kurd û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bên naskirin.”







