Dayikên Aştiyê dê ji bo Helebê biçin Enqereyê

  • 12:49 11 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NUÇEYA - Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên ser taxên Kurdan ên Helebê dan, dê li dijî êrişan biçin Enqereyê. 
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, têkildarî êrişên ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê, li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Li ser navê dayikan Mûrvet Demîrê daxuyanî da. Mûrvet Demîrê got ku ji bo bidawîbûna şer û pêkhatina aştiyê dê sibê ber bi Enqereyê ve bi rê kevin û got: “Gelek kes di êrişan de hatin qetilkirin û birîndarkirin. Em xwedî li berxwedana li Helebê derdikevin.” Her wiha bertek nîşanî Tirkiyeyê da û got: “Çima piştgiriyê didin DAIŞ’ê? Dev ji vê piştgiriyê berdin.” 
 
Mûrvet Demîrê xwest ji bo pêşîlêgirtina şer rayedar tavilê bikevin nava hewldanan û sibe dê saet di 14.00’an de li Parka Koşuyoluyê kom bibin û ber bi Enqereyê ve bi rê kevin. 
 
 
Êlih
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî bi heman boneyê li avahiya xwe daxuyanî da. Li ser navê dayikan Elîf Tugluk Tumur axivî û xwest êriş bi dawî bibin. Elîf Tugluk Tumurê got. “Hem aştî hem jî şer li Enqereyê ye. Lewma em ê biçin Enqereyê.”
 
 
Mersîn
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê li ber ofîsa navçeya Mersînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî)  a Deryaya Spî daxuyaniyek da û ragihand ku ew ê biçin Enqerê û li ber Wezareta Dadê xwepêşandanekê li dar bixin. Dayika Aştiyê ya li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê Emîne Eren axivî û diyar kir ku di hefteya borî de li taxên Helebê yên ku Kurd lê dijîn jin û zarok hatine qirkirin. Emîne Eren kesên ku van qirkirinan kirine û yên ku piştgirî dane wan şermezar kir û got, "Careke din, em bang li cîhanê û mirovahiyê dikin; her kesê ku dibêje 'Ez mirov im, wijdanê min heye û ez mafên mirovan diparêzim' divê destê xwe ji bo aştiyê dirêj bike."
 
Emîne Eren, diyar kir ku ew ê sibê ji bo protestokirina van êrîşan biçin Enqerê û got, "Wekî Dayikên Aştiyê, em ê li ber Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Hundir bin. Em ê daxwaza aştiyê bikin. Heta ku çareseriyek ji bo aştiyê neyê dîtin, em ê ji Enqerê venegerin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Qatîl DAIŞ, hevkar AKP" bi dawî bû.