Hêzên hikumeta demkî êrişî Siwêdayê kir
- 20:13 11 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Komên hikûmeta demkî ji noqteyên Til Kenakir û Til Hedîd ve êrîşî derdora bajarê Siwêdayê kir, di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Çekdarên hikûmeta demkî ya Şamê agirbesta li Siwêdayê binpê kir. Çekdarên hikumetê ji nuqeyên xwe yên Til Kenakir û Til Hedîd ve ku di bin destê wan de ne êrîşî eniyên bajarê Siwêdayê kir. Di encama êrîşê de welatiyên bi navê Kînan Adil El Bedîş, Samî Selman Elame, Mecid Fîras Curzan û Heyse Hanî Mezher birîndar bûn.







