Sêvê Demîr: Bila bi zimanê kurdî dersê bibînin

  • 09:04 7 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sêvê Demîr di sala 2006'an de tevlî Konferansa Parastin û Perwerdeya Kurdî bibû, di konferansê de wiha bal kişandibû ser girîngiya ziman: "Çima ew dibêjin 'bila keç biçin dibistanê'? Çima em wekî tevgera gelê kurd û bi taybetî jî tevgera jinên kurd nabêjin bila keç û jinên kurd biçin dibistanê, lê bila biçin bi zimanê xwe, zimanê kurdî dersê bibînin û hînî zimanê xwe bibin?"
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di qedexeyên derketina derve ya 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin, gelek kes hatin qetilkirin. Di pêvajoya ku qedexe berdewam dikirin de di 4’ê Çileyê 2016’an de endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir bi guleyên ji wesayîta zirxî hatin reşandin hatin qetilirin. Sê jinên têkoşer di bîra gel de cihê xwe girtin.
 
Sêvê Demîr, di nav xebatên HADEP, DEHAP, KCD, BDP û DBP'ê cih girt. Di heman demê de di nava DOKH'ê de xebat dida meşandin. Her wiha jiyana Sêvê Demîr her bi kurdî bû. Bêtir bal dikişand ser ziman. Di girtîgehê de ji bo Rojnameya Rojane Azadiya Welat jî nivîs dinivîsand û bal dikişand ser ziman. 
 
Di 16-19'ê Mijdara 2006'an de li Amedê di çarçoveya 4'emîn Rojên Wêjeyê de, Konferansa Parastin û Perwerdeya Kurdî hat lidarxistin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, axaftinên ku di konferansê de hatin kirin kom kir û kir pirtûk. Sêvê Demîr jî tevlî konferansê bibû. Ji bo bî bîranîna Sevê Demîr û rê hevalên wê em axaftina wê demê carekdin parvedikin.
 
Sevê Demîr di konferansê de bal kişand ser ziman û xwedî li derketina ziman û wiha axivîbû: 
 
"Bi rastî ez îro gelek bi heyecan im, ji ber ku ne hêsan e ku mirov li hemberî mamosteyên wisa têgihîştî derkeve û biaxive. Di serî de ez ji civata giştî û dîwanê re silav û rêzên xwe dibêjim. Çaremîn Konferansa Zimên a Amedê bi beşdariya rewşenbîrên ji hemû deverên welêt tê lidarxistin. Li ser navê tevgera jinên kurd ez we silav dikim. Di serî de ez lêborîna xwe dixwazim, dibe ku li hemberî van mamosteyên hêja ku bi salan e ji bo ziman ked dane û xebat kirine, hinek kêmasiyan bikim.
 
Rexne û rexwenedayîn
 
Ji duh de nîqaş hatine kirin, rapor hatine xwendin, mamosteyan bi giştî di hêla rastnivîs û gramerê de di hêla awayên cur bi cur de dîtinên xwe vegotin û nîqaş kirin. Ew girîngiya wê jî di demên pêş de dê ji me re bi awayekî berbiçav lazim bike. Ez dixwazim di hêla qadeke din de rexneyan bînim zimên, ji ber ku ji wê qadê, wek mamosteyan di şîroveyên xwe de vegotin, bi taybetî em her tim hêleke xwe vala dihêlin. Yanî em her tim bi aliyekî nîqaşên xwe dikin, bi aliyekî xebatan dikin; bi vî awayî jî lingekî me her tim qop dimîne û em li ser wê qopiya xwe dimeşin. Û bi awayekî li ser du hîmên bingehîn ku îro ji vê konferansê tê xwestin, me nîqaşa xwe vekir lê me kêmasiyên xwe venekirin û me rexne û rexnedariyên xwe neanîne zimên. 
 
Ji bo ziman xebat
 
Ez bawer dikim ev hêl kêm ma, ew hêla ku ez dibêjim jî îro di nava tevgera gelê kurd de yan jî di nav çar hêlên welat de bi taybetî girîngiya jinan û girîngiya ziman çima em di nava konferansên wisa giştî de ji çar hêlan beşdariya zimanzanan heye, li ziman xwedî derdikevin û bi salan e li ser vî zimanî xebatan dikin, ked û emek dane, çima em wî lingî ji bîr dikin û xebatê dihêlin bi lingekî. Em bi çavekî yan bi nêrînekê wan mijaran nîqaş dikin. Ez dibêjim ew jî me nagihînin astekê û ji niha û pê ve tenê ne bi lingekî, bi her du lingan jî em wan mijaran nîqaş bikin.
 
Rola ziman çi ye?
 
Îro rista jinan, rola jinan li ser zimanê gelê kurd çi ye? Û wê çawa bibe û wê çawa bête meşandin? Yanî bi taybetî ez dixwazim hinek tiştan zelal bînim ser zimên, lê ez dixwazim wê bibêjim der barê vê gencîneyê de, em dayikên kurd wekî gencîneya zimanê kurdî dibînin, em di her civînê de jî van bi kar tînin û dibêjin 'dayikê zimanê me parastiye'. Rast e, her tim parastiye û îro ew dayik nebûna, ew ziman nehatiba parastin, dê zimanê kurdî di kîjan astê de bûya? Ez dixwazim wê pirsê jî ji wan mamosteyên me yên hêja bikim, a duyem îro pişaftina li ser gelê kurd, mamosteyên ji Başûr, ji Rojhilat hatine ew der anîne ziman. Pişaftina li ser zimanê kurdî li her çar parçeyên welêt bi taybetî li ser jinên kurd tê meşandin. Jinên ku di nav çar dîwaran de mane, di hêla wêje û çandê de, di nivîs û hunerê de xwe pêş nexistine heya vê tevgera azadiya gelê kurd dest pê kiriye û bi vê hestê jina kurd xwe nas kiriye, li civaka xwe, li zimanê xwe, li bîrdoziya xwe û li keda xwe xwedî derketiye. 
 
Çima ew dibêjin 'bila keç biçine dibistanê'?
 
Demeke dirêj e bi dirûşma “Haydi Kızlar Okula” (Keçikino, Werine Dibistanê) hin saziyên tirk û sîstema tirk xebateke berfireh dimeşîne. Ev dirûşm bandoreke pir giran li min dike. Çima ew dibêjin 'bila keç biçine dibistanê'? Çima em wekî tevgera gelê kurd û bi taybetî jî tevgera jinên kurd nabêjin bila keç û jinên kurd biçin dibistanê lê bila biçin bi zimanê xwe, zimanê kurdî dersê bibînin û hînî zimanê xwe bibin? Em jî vê bangê bikin. Sîstem di bin vê dirûşmê de ku masûm xuya dike, kampanyayekê li dijî zimanê me dide meşandin. Çima em wê pûç nakin? Û ez wê jî dibêjim, ez bawer im ku jina kurd bixwaze û zimanê xwe bi pêş bixe, hêza wê zêde ye û dê bi ser jî bikeve. Ji ber ku heya niha şert û mercên her çar parçeyên welatê kurdan nebûn an tune bûn, an bi awayekî roj bi roj li gorî civaka me jina kurd xwe bi pêş dixist, hema ji niha û pê de dê kêmasiya xwe bibîne, li keda xwe xwedî derkeve û zimanê xwe bi pêş bixe. 
 
Perwerdeya bi zimanê kurdî 
 
Îro di hêla din de jî ez dixwazim tiştekî bibêjim, bi taybetî îro ji sedî 40 û 80'yê jinên kurd di nava çandê de cih digirin û di nava çandê de rista xwe, rola xwe dilîzin û xwesteka min jî ev e ku peywira wan bi awayekî çandî bibe perwerdehiya zimanê kurdî. Bila ew bikevin nava civaka kurd û bi taybetî jî nav jinên kurd û ji pêşvebirina ziman xebatê bidin meşandin. Divê em li vê nasnameya xwe xwedî derkevin û em vê nasnameya xwe temsîl bikin. Ya ku ji me tê xwestin ev e. Îro gotinek heye, dibêje, “Bêzimanî bêrûmetî ye!”, bi taybetî rexneya ku li me hatiye kirin, li ber çavan bigirin. Em wê têkoşînê bi awayê ku ji me tê xwestin, ji tevgera ziman tê xwestin, perwerdehiya ku li her derê tê xwestin, divê em bi pêş ve bibin, em jinên kurd bi awayekî çalak vê xebatê bimeşînin. 
 
Jinên nivîskar û rewşenbîr nîn in...
 
Ya din jî min xwest ez bibêjim bi rastî konferanseke pir berfireh ku ji çar hêlan û ji Ewropayê beşdar hene û nîqaş têne kirin, lê mixabin wekî ku min di serî de jî got, jinên nivîskar, rewşenbîr nîn in, ez vê yekê rexne dikim. Belkî ev kes hindik bin, lê dîsan jî diviya wan kesan cih bigirta. Pêwîst e pirsgirêka jinan û ziman bihata nîqaşkirin. Eger ku lazim be zimanê kurdî bi pêş bikeve û bê meşandin, divê em pêşiyê li hinek tiştan vekin, bi taybetî jî wan jinên ku dixwazin, yên ku xebata wan heye, divê pêşî li wan were vekirin da ku ew bi pêş bikevin û di xebatên xwe de bi ser bikevin. Ez hêvîdar im ku saleke din bibe konferansa bo zimanekî standard, zimanekî hevgirtî. Serkeftin, silav û rêz."