Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

  • 12:53 8 Çile 2026
  • Rojane
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî êrişên komê çete yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anî ziman ku komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê jî di nava artêşa Sûriyê de êrişî welatiyên sivîl dikin û got ku divê Tirkiye bi roleke erênî li Sûriyeyê rabe.
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî mijarên di civîna MYK'a de hatine girtin û geşedanên dawî, li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan di serî de rojnameger Metîn Goktepe yê ku 30 sal berê hate kuştin û wefata mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol bi bîr anî.
 
Ayşegul Dogan anî ziman ku di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan de gelek mijar hatine nirxandin û got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, xebatên komîsyonê, çerçoveya qanûnan û êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mijarên civînê bûn. Pêvajo weke ku em dixwazin bi rê ve naçe lê bi awayekî didome. Firseteke dîrokî li pêş me ye. Divê ev firset baş bê bikaranîn. Divê li gor ruhê vê pêvajoyê gav bên avêtin. Lê mixabin li gorî ruhê pêvajoyê gav nayên avêtin. Divê ev firseta aştî û demokratîkbûyînê bi gavên qanûnî bê mîsogerkirin. Divê girtiyên ji doza Kobanê bên berdan. Girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan. Biryarên Dadgehên Mafê Mirovan a Ewropayê pêk werin. Lê şûna ku ev gav bên avêtin li Selahattîn Demîrtaş bi hinceta ‘heqeret Serokkomar kiriye’ ceza tê birîn. Ev yek jî li dijî ruhê pêvajoyê û hiqûqê ye. Divê zimanekî erênî û diyalogê bê tercîhkirin.”
 
Ayşegul Dogan bal kişand ser xebatên Komîsyona Meclîsê û wiha got: “Ya ku komîsyon bike êdî çerçoveya qanûnî ye, diyarkirina qanûnî ye. Divê komîsyon li gor ruhê hiqûqa xwişk-biratiyê û demokratîkbûyînê qanûnan pêşniyar bike. Ji bo wê jî xebatên komîsyonê pirr girîng û dîrokî ne. Ya ku em ji komîsyonê dixwazin jî ew e ku rapora hevpar li gor ruhê pêvajoyê amade bike. Geşedanên li derve û hundir jî nîşan dide ku divê ev pêvajo bigihîje encamekê.”
 
Ayşegul Dogan derbarê êrişa Amerîkayê ya li dijî Venezuela û geşedanên li Îranê de jî wiha axivî: “Bandora vê êrişê dê di pêşerojê de jî xwe bide der. Ew êriş li dijî hiqûqa navneteweyî ye. DEM Partî li dijî vê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ji bo hemû cîhanê xetereyan dê bi xwe re bîne. Em hem li dijî mudaxileyên li derve ne û hem jî li dijî rejîma otorîter a Venezuelayê ne jî. Lê çareseriya vê ne mudaxileya derveyî ye, ev li dijî biryara gelên li wir e. Li Îranê jî niha heman rewş heye. Gelên Îranê li dijî bêhiqûqiyê li kolanan e. Ji bo wê jî divê bi demokratîkbûyînê pirsgirêk bên çareserkirin. Li wir welatiyên ji gelên cuda bi awayekî dijî hiqûqî tên dervekirin. Em piştgirên gelên Îranê ne ku ji bo maf û azadiya xwe li kolanan e.”
 
Ayşegul Dogan têkildarî êrişên li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî ev tişt anîn ziman: “Divê êrişên hikûmeta demkî ya Şamê li dijî Kurd, Elewî, Durzî û netew û baweriyên cuda demildest bên sekinandin. 2 roj in bi çekên giran taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên bombebarankirin. Di êrişan de komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê jî cih digirin. Em li vir dibêjin; Divê Tirkiye bi rolekî erênî li Sûriyeyê rabe. Ji bo Sûriyeke demokratîk ku mafên hemû gelan bê naskirin, em têdikoşin. Çawa em ji bo Tirkiyeyê demokratîkbûyînê dixwazin li Sûriyê jî dixwazin. Bi mehan e ew her du tax di bin dorpêçê de ne û nikarin bigihîjin pêdiviyên xwe bingehîn. Peymana 10ê Adarê demokratîkbûyîna Sûriyeyê ye. Divê Peymana 10ê Adarê li gorî demokratîkbûyînê bikeve meriyetê. Ya ku dikeve ser milê me jî pêkanîna zemîna vê yekê ye. Divê hêzên garantor jî bi berpirsyar tevbigerin.”
 
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û wiha got: “Birêz Ocalan gelek caran xwest bi gelek derdoran re danûstandinê bike. Bi Mesûd Barzanî, Bafil Talabanî û Mazlum Ebdî re hevdîtînê bike. Birêz Ocalan li ser geşedanên Rojhilata Navîn jî gelek pêşniyar kir û dike. Ji komîsyonê re jî kirin. Deriyên Îmraliyê vekin bila birêz Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hemû derdoran re danûstandinê bike.”
 
Ayşegul Dogan li ser pirsên rojnamegeran jî ev bersiv da: “Daxwaza heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku bi serokkomar re hevdîtinê bike heye lê hê seat û dem ne diyar e. Her wiha hevdîtina heyetê bi birêz Abdullah Ocalan re dê pêk were, lê hê jî dem ne diyar e. Lê divê ev weke tiştekî neyînî neyê nirxandin. Tiştek neyînî di pêvajoyê de tune ye. Birêz Ocalan ji bo çareseriya Sûriyê jî gelek pêşniyar kirin. Ji bo em nirxandinên birêz Ocalan û pêşniyarên wî yên çareseriyê hîn bibin divê rasterast pê re danûstandin bê kirin. Heta niha Tirkiye ji bo Helebê daxuyaniyek nedaye. Em dixwazin Tirkiye li wir bi roleke erênî rabe. Em jî piştgiriyê didin berxwedêrên ku dixwazin di taxên xwe de bi maf û azadiya xwe bijîn.”