Tacîza li meclise hat protestokirin

  • 19:32 15 Kanûn 2025
  • Rojane
EDENE - Platforma Jinan a Edeneyê li dijî î tacîza  ku li xwaringeha meclise  li zarokan hat kirin bertek nişan dan û xwestin ku kiryar bên darizandin û Peymana Stenbolê bikeve meriyete.
 
Platforma Jinan a Edeneyê li dijî tacîza sîstematîk a li ser zarokên keç  ên li xwaringeha Meclisa Tırkıyeye ku ji aliyê xebatkarên  meclise hat kirin nerazîbûn nîşan da. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endama platformê Nazan Eroğlu ve hate xwendin. Nazan Eroğlu, bertek nîşanî tacîzê da,ku di çapemeniyê de hate ragihandin û ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Parlamentoyê ve hate piştrastkirin û got ku zarok li meclise jî ne di ewlehiyê de ne.
 
Banga li Peymana Stenbolê vegerin
 
Nazan Eroğlu pakêtên berê yên înfaz û reformên darazE bi bîr xist û wiha got: "Di sala 2023’an de, sûcdarên îstismara zarokan bi rêya reforma darazê hatin berdan. Pakêta 4’emîn a Reforma Darazê bêcezatÎ kûrtir kir. Daneyên li ser istismara zayendî ji raya giştî hatin veşartin. Hewl hatin dayîn ku rêziknameyên ku rê li ber zewacên zarokan vekin werin erkêkirin. Me tiştek ji van ji bîr nekiriye. Divê rêveberiya parlementoyê ya berpirsiyarê îstismarê were lêpirsînkirin û Serokê Parlamentoyê, Numan Kurtulmuş, divê îstifa bike. Divê hemû sûcdar û kesên berpirsiyarê îstismarê werin darizandin. Divê li dijî her kesê ku meseleyê veşartiye, dereng xistiye, an veşartiye tedbîr werin girtin. Sûcdarên îstismara zarokan divê ji tu reforma darazÊ sûd wernegirin. Divê Peymana Stenbolê ji nû ve were bicîhkirin."