‘Divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn’

  • 09:02 20 Îlon 2025
  • Rojane
Buşra Turan
 
WAN - Hevseoka Egîtîm Sen a Wanê Funda Demîr Bozkurt da zanîn ku perwerdehiya bi zimanê dayikê ne mijara ewlehiyê, mafekî mirovan yê esas e û got: “Di ziman de wekhevî, yek ji lingê herî girîng ê civaka demokratîk û aştiyane ye. Wek di perwerdehiyê de divê di qadên tenduristîyê û qadên din yên cemawerî de bi zimanê dayikê xizmet bên dayîn.”
 
Polîtîkayên înkar û îmhayê yên li hember gelê Kurd bi salane didomin. Êrîşên li hember gel, ziman û çanda Kurd jî berdewam dikin û gel nikare bi zimanê xwe perwerdehiyê bigire. Em ketin sala nû ya perwerdehiyê lê xwendekarên Kurd ji perwerdehiya bi zimanê xwe bêpar man. Ev jî rê li ber pisgirêkên pedagojîk vedike.
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê(Egîtîm Sen) a Wanê Funda Demîr Bozkurt der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Li Tirkiyeyê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê tune ye’
 
Funda Demîr Bozkurt da zanîn ku di navbera pêkanînên li Tirkiye û hiqûqa gerdunî de cudahî hene û di xala 28 û 29’emîn a Beyanameya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de  li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê tê sekinandin. Funda Demîr Bozkurt wiha got: “Xala 28’emîn wekheviya derfeta ji bo perwerdehiyê digire dest. Ya 29’an jî rêzdariya li hember çand, ziman û derdora zarok lê dijî dinirxîne. Yanî her du jî li ser perwerda bi zimanê dayikê disekine. Di 2011-2012’an de Kurdî kirin kategoriya dersa hilbijarte. Hefteyê du saet hatin diyarkirin. Lê hîna li Tirkiyeyê mafê perwerdehiya zimanê dayikê tuneye.”
 
‘Em wek Egîtîm Sen polîtîkayên cuda dimeşînin’
 
Funda Demîr Bozkurt wiha got: “Egîtîm Sen yekane sendîkaya perwerda bi zimanê dayikê diparêze ye. Yekemîn sendîkaya ku daxwaza perwerda ziman dike û tê krîmînalîzekirinê ye. Em her tim tînin rojevê ku nebûna zimanê perwerdê rê li ber prisgirêkên pedegojîk vedike. Di vê mijarê de em xebatên cur bi cur dimeşînin. Li Tirkiyeyê tu zarokên ku zimanê wan cuda ne bi zimanê xwe nikarin perwerdê bigirin. Zarok di destpêka dibistanê de bi zimanekî cuda dest bi dibistanê dikin. Ev jî li pêş wan bendek mezine. Tirkiye di ezmûnên navneteweyî de pir şûnde dimîne. Tirkiye welatekî pri çand, pir zimane. Lê em bi van newekheviyan re tên rû hev.”
 
‘Pewerda zimanê dayikê ne mijara ewlehiyê ye’
 
Funda Demîr Bozkurt got bi salane di çarçoveyek şaş de li mijara perwerdeya bi zimanê dayikê tê nêrîn û wiha vegot: “Her tim wek mijarek ewlehiyê li perwerdeya bi zimanê dayikê dinêrin. Lê ev ne mijara ewlehiyê ye, mafê esas yê mirovahiyê ye. Di paçeyek  cuda de dinêrin. Dibêjin perwerdehiya biz iman wê wela parçe bike. Lê li cîhanê gelek mînak hene. Welatên ku ji yek zimanî zêdetir perwerdehiyê didin hene. Modela perwerdehiya pir ziman piştgiriyê dide cîhan perwerdehiyê jî. Wekheviya diz iman de ji bo civaka demokratîk û aştiyane jî gavek girînge.”
 
‘Piştgiriyê dide aştiya civakî’
 
Funda Demîr Bozkurt di berdewamiya nirxandina xwe de wiha vegot: “Perwerdehiya bi zimanê dayikê wê piştgiriyek mezin bide aştiya civakî. Niha pêvajoya aştî û civaka demorkatîk tê nîqaşkirin. Di vê pêvajoyê de divê girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê zêdetir bê rojevê. Divê envanteriya hemû zimanên li Tirkiyeyê bên derxistin û çend zimanên dayikê hene bên diyarkirin. Di vê di serî de di perwerdehiyê de di hemû qadên cemawerî de xizmeta zimanê dayikê bê dayîn.”