'Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me ye'

  • 09:02 9 Îlon 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
WAN- Jinên ku em li kolanên Wanê derbarê perwerdehiya bi zimanê dayikê de bi wan re axivîn, diyar kirin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn e û gotin, "Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê me ye. Divê zarokên me zimanê me fêr bibin. Divê mafên Tirkan ji me re jî derbasdar bin."
 
Bi salan e ku polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê li dijî gelê Kurd berdewam dikin. Li gel ku êrîşên li ser Kurdan, ziman û çanda wan berdewam dikin, gel nikare bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibîne û zimanê Kurdî ji ber sedemên cûrbecûr tê astengkirin an qedexe kirin. Bi detpêkirina  sala perwerdehiyêa ya 2025-2026 ku li Tirkiyeyê dest pê dike, perwerdehiya bi zimanê dayikê dîst wekî pirsgirêkek bingehîn li pêşberî me ye. Nebûna naskirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê jî dikare ji bo zarokan gelek pirsgirêkên pedagojîk çêbike. Zarokên Kurd ên ku nikarin bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin, li dibistanê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û pêwîstiya fêrbûna Tirkî dikare bibe sedema tevliheviya ziman. Nedayîna perwerdehiyê bi zimanê dayikê dikare bibe sedema windakirina baweriya zarokan a bi xwe û vekişîna wan ji dibistanê.
 
Fêrbûna zimanekî "biyanî" piştî ku zarok di 6 an 7 saliya xwe de dest bi dibistanê dikin, gava yekem a ber bi asîmîlasyonê ve ye. Bi perwerdehiya ku  16 salan berdewam dike, zarok tevahiya jiyana xwe bi zimanekî cuda perwerdê dibînin. Ev rewş jî dibe sedema tevliheviya nasnameyê û di heman demê de dikare bibe sedema asîmîlasyona çandî jî.
 
Polîtîkayên berdewam ên înkar, wêrankirin û asîmîlasyonê tevî pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" ku ji 27'ê Sibatê ve berdewam dike, bi dawî nebûne. Ji dema ku ev pêvajo dest pê kiriye, yek ji daxwazên herî bingehîn ên gelê Kurd perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Tevî hewldanên ji bo avakirina aştî, demokrasî û edaletê di civakê de, êrîşên li dijî zimanê Kurdî û Kurdan her roj bi awayên cûrbecûr berdewam dikin.
 
Me mîkrofon dirêjî jinên li kolanên Wanê kir û derbarê daxwaza xelkê ya perwerdehiya bi zimanê dayikê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
'Em Kurd in û zimanê me Kurdî ye'
 
Havva Seven pêşî ji mîkrofona me re axivî û diyar kir ku ew Kurd in û di her aliyê jiyana xwe de bi Kurdî diaxivin û pêwîstiya perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî dubare kir. Havva Seven got, "Ez perwerdehiya bi zimanê xwe yê dayikê dixwazim. Baştir e ku em bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin ji ber ku em her dem, li her derê bi zimanê xwe diaxivin. Em Kurd in û zimanê me Kurdî ye. Em nikarin biguherin."
 
'Divê perwerde bi tenê  ne bi Tirkî be bi kurdî jî bê dayîn' 
 
Ozge Kutpınar jî nerazîbûna xwe ya li hember nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî  anî zîman û diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve bi Kurdî diaxive û bi Kurdî dijî. Ozge Kutpınar, tekez kir ku zimanê ku wê ji malbata xwe fêr bûye Kurdî ye û got, "Dema ku me dest bi dibistanê kir, me Tirkî hîn kir. Belê, ji ber ku me neçar bû, me Tirkî hîn bû, lê me di rêya vegerê de û li kolanan bi Kurdî axivî. Nivîsên di pirtûkên ku ji me re fêr bûne de dibe ku bi Tirkî bin, lê ez Kurd im û ez ê wisa bimînim. Ji bo me baştir e ku em di dibistanan de bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin. Çawa ku em zimanên din hîn dibin, divê em bi zimanê xwe jî perwerdehiyê bibînin. Divê perwerde bi tenê bi Tirkî sînordar nebe; divê bi Kurdî jî be. Perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo psîkolojiya zarokan jî çêtir e. Axaftina bi zimanên cûda li malê û li dibistanê dikare hişê wan tevlihev bike. Divê zarok zimanê xwe ji bîr nekin. Divê Kurdî di perwerdehiyê de cih bigire. Kurdî ji bo me girîng e. Werin em nehêlin zimanê me yê dayikê winda bibe."
 
'Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin'
 
Piştre, Firuze Erbay got, "Werin di perwerdehiyê de zimanê me yê taybet hebe. Werin em bi Tirkî neaxivin. Em bi zimanê xwe bijîn. Em serê me ji ber zimê me bilind e. Bê guman, em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin. Divê Kurd zimanê xwe bizanibin."
 
'Divê di saziyên dewletê de jî bi Kurdî bê axaftin'
 
Songul Aydın ji mîkrofona me re axivî û got ku perwerdehiya bi zimanê dayikê dê baş be û got, " Perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji bo zarokên me dê baş be. Li dora me mirovên ku bi Tirkî nizanin hene. Ji ber vê yekê ew li saziyên dewletê de zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku divê kesek ji wan re tercûmaniyê bike û ew jî tune ye. Divê Kurdî bê fêrkirin. Divê di saziyên dewletê de jî bi Kurdî bê axaftin."
 
'Em dixwazin ku zarokên me bi Kurdî perwerde bibin'
 
Meşure Alay, bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û got, "Em li her derê, her dem zimanê xwe bi kar tînin. Em ji zimanê xwe hez dikin û pê serbilind in. Em dixwazin ku zarokên me Kurdî fêr bibin ji ber ku ew zimanê me yê dayikê ye. Em naxwazin ku zimanê me winda bibe. Ger perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn, zarokên me dikarin xwe çêtir îfade bikin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê me ye."
 
'Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê me ye'
 
Di dawiyê de, Zeynep Demir got, "Çawa ku tê gotin divê her zimanek were hînkirin, divê zimanê me yê dayikê jî wisa be. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê me ye. Zimanê me ji demên berê ve heta îro hatiye. Ev ji bo me mîna kevneşopiyekê ye. Pêdivî ye ku zarokên me zimanê me hîn bibin. Ez jî daxwaza perwerdehiyê bi zimanê dayikê dikim. Çawa ku mafên Tirkan heye, divê heman maf ji me re jî werin dayîn."