
Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur: Statuya Şengalê nas bikin
- 10:19 3 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bi boneya salvegera Fermana 74'an a ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şingalê li ser civaka Êzidî hat sepandin, daxuyaniyek weşand. Platformê wiha got, "Divê statuya ku Şingalê bi îradeya xwe ava kiriye were naskirin û ev komkujî wekî jenosîd û kuştina jinan li ser Kurdên Êzidî were hesibandin."
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bi boneya salvegera Fermana 74'an a ku çeteyên DAIŞê 11 sal berê, di 3'yê Tebaxa 2014an de li Şingalê pêk anîn, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate teqez kirin ku civaka Êzidî yek ji civakên herî kevnar ên Mezopotamyayê ye û hate bibîrxistin ku wan di dîrokê de 73 caran jenosîd dîtine.
Daxuyaniya Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur wiha ye:
"Kurdên Êzdî , gelekî herî qedîm ê Mezopotamyayê ye. Lê mixabin di diroka xwe de rastî 73 komkujiyan, ên ku wek ferman tên binavkirin hatiye.
11 sal berê , di 3 yê Tebaxa 2014an de jî bi Fermana 74’an ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞê vê li Şengalê pêk hat ve rû bi rû man.
Di vê qetlîamê de li gor çavkaniyan , piraniya wan jin û zarok, kal û pîr bi hejmarekî 5000 û 12000 însan hatine qetilkirin.
Bi qasî 6000 jin ji alîyên van çeteyan hatin girtin û 200 000 Şengalî jî ji cih û warên xwe koçber bûn.
Jin li bazaran hatin firotin
Jinên ku ketin destên çeteyan di bazaran de wek kole hatin firotin , rastî tecawiz û işkenceyên giran hatin û bi darê zorê bi guhertina baweriya xwe re rû bi rû man.
Ev buyerên bi vî rengî ku divê tu carî nayên qebulkirin, di qada cîhanî de wek işkence tê bi nav kirin. Lê we kû em zanin piştî vê komkujîyê demeke dirêj deng ji qada navneteweyî derneket û ev gelên qedîm tenê man.
Bi sekna biryardariya girêdana erdnigarî û çanda xwe gelê Ezdî berxwedaneke bêhempa nîşanî hemû Cihanê da. Bitaybetî jî jinên Kurd û yên azadîxwaz têkoşîneke dijwar dan û hejmarek jinên dîl ji destên çeteyên hov rizgar kirin. Lê di van 11 salan de li gorî daneyên fermî hê jî aqubeta 2600 jinan ne diyar e. Ev yek êdî gihiştiye asta qirkirina cinsa jinê .
Di vê pêvajoyê de tevî ev qas zilm û zordariyan jinên Êzdî serî netewandin û rêxistina xwe ya parastinê û ya jiyaneke azad ava kirin.Bi vê rêxistina xwe hem xwe diparêzin hem jî di nav hêzên parastinê yên Şengalê de cih digirin.
Em komkujiyê şermezar dikin
Em wek Pilatforma Yekitiya Jinên Kurd hemû komkujî û bi taybetî jî vê komkujiya hovane şermezar dikin.Bi rêzdarî kesên ku jiyana xwe jî dest dane bi bîr tînin û careke din di têkoşîn û berxwedana jin û gelê me yê Êzdî de li gel wan cih digirin.
Bi vê munasebetê em bang dikin :
"Gelê me yê Êzdî ku bi çand û baweriya xwe li Rojhilata Navîn nimûneya jiyaneke bi rûmet e, tevî ev qas qetlîaman jî li ser piyan maye û hebûna xwe parastiye , divê di qada navneteweyî de piştgiriyeke xurt bê dayîn.
Her çi qas ev roja hanê ji aliyê hin dewlet, parlementoya Ewropayê û hin saziyên di bin banê Neteweyên Yekbûyî û Emerika jî di nav de ve wek qetliam hatiye qebûlkirin jî, daxwaza me ev e ku Tirkiye jî di nav de dewletên ku hê jî helwesta xwe diyar nekirine, vê fermanê wek qetlîama gelê Êzdî qebûl bikin.
Her wiha ji bo kû careke din gelê Êzdî rastî fermaneke nû neyê, statuya Şengalê ya ku xwe bi xwe bi rê ve bibe, ji aliyê hemû sazî û dezgehên navneteweyî ve bê nasîn. Divê ev komkujî wek komkujiya Kurdên Êzdî û qirkirina jinan bê nasin."