
Pêvajoya demokratîk wê bandorê li hemû Rojhilata Navîn bike
- 09:05 3 Tebax 2025
- Rojane
MERSÎN - Endama Lijneya Rêveberiya DAD'ê ya Mersînê Aynur Şahîn Ozdemîr da zanîn ku li Sûriyeyê tê xwestin Elewî û Durzî bên tunekirin, qirkirin û got: “Divê xizmên Elewî û Durziyan li Tirkiyeyê bibêjin aştî û bibin alîgirê pêvajoyê."
Li Sûriyeyê bi destê HTŞ’ê li hember Elewî û Durziyan êrîşên sîstematîk pêk tên. Ev êrîş bi taybet bi qetilkirina jinan pêş dikevin û li Tirkiye û Kurdistanê bertekên rêxistinên jinan li dijî qirkirinê didomin.
Endama rêveberiya Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Mersînê Aynur Şahîn Ozdemîr der barê mijarê de axivî.
‘Em zîhniyeta DAIŞ’ê bi HTŞ’ê re dibînin’
Aynur Şahîn Ozdemîr da zanîn ku li herêmê di bin navê îslamê de her tim qirkirinek hebû û got: “Ji ber şer ev hinek rawestiya. Bi mudaxlaeya hêzên navneteweyî şer li gorî berjewendiyan bi dawî bû. Lê niha em dinêrin Sûriyeyê ji nû ve dîzaynd dikin. Em HTŞ ya xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê dibînin. Colanî anîn serê dewletê. Hewl didin bi cil û bergan îmajê biguherin lê em dibînin ku wan îdeolojiya xwe terk nekiriye.”
Gelên bindest ji ber ku nebin yek wê heyî nebin
Aynûr Şahîn Ozdemîr ev tişt bil ê v kir: “Êrîşên li hember Elewiyan bi êrînên li hember Durziyan didomin. Durzî ji berê de civakek rêxistinkirî bû. Em li aloziya li Rojhilata Navîn û şerê Sûriyeyê binêrin, em dibînin ku Durzî nikarin xwe tenê heyî bikin. Çiqas rêxistinbûn hebe jî divê di navbera gelên bindest de yekitî hebe. Bêyî yekitî nikarin xwe heyî bikin."
Li ber çavê cîhanê hatin qetilkirin
Aynur Şahîn Ozdemîr bandora şer a li ser jinan jî nirxand û got: “Ji şer herî zêde jin û zarok, bindest zirarê dibînin. Me ev li Sûriyeyê li herêmê dît. Li ber çavan jin û zarok hatin qeitlkirin. Destdirêjî li jinan hat kirin. Ji jinên Êzidî bigirin yên Elewî û Durziyan, em dibînin ku pergala koletiyê didome û jin li bazaran tên firotin. Mixabin ev li ber çavê cîhanê pêk hat. Li cîhan û Tirkiyeyê gelek rêxistinên jinan bertek nîşandan. Lê hîna jî tu encamek nehatiye girtin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bandor li hemû Rojhiata Navîn bike. Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê girînge. Li Sûriyeyê hîna şer didome û hîna alozî hene. Desturek bingehîn a gelan diparêze hîna nehatiye avakirin.”
‘Divê jin nexşerêyek hevpar ava bikin’
Aynur Şahîn Ozdemîr destnîşan kir ku aştî ji bo jinan gelek girînge û divê jin vê derfetê binirxînin pêşengiya aştiyê û avakirina civaka demokratîk bikin. Aynur Şahîn Ozdemîr wiha anî ziman: “Aştî biqasî ku ji mêran re neyê hiştin girînge. Divê jin rewşê baş fêm bikin û tiştên pêwist bikin. Divê jin nexşerêyekê ava bikin û bên gel hev. Her wiha ev pêvajo ji bo Elewiyan şans e. divê bibin kirdeya pêvajoyê û têbikoşin.”