
Hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
- 16:59 2 Tebax 2025
- Rojane
STENBOL/ENQERE - Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de hat xwestin ku girtiyên nexşweş serbest bên berdan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya heftane ya 'F Rûniştinê' li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiyê de ku gelek parêzvanên mafên mirovan amade bûn, bal hat kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Resûl Baltacı yê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê tê ragirtin.
Di çalakiyê de li gel wêneyên girtiyên nexweş pankartên bi nivîsa "Bila girtiyê nexweş Resûl Baltacı bê berdan" û "Tedawî maf e, nabe bê astengkirin" hatin hilgirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê rêvebera ÎHD'ê Nîmet Tanrikûlû ve hat xwendin.
Nîmet Tanrikûlû diyar kir ku serbestberdana Baltaci ji aliyê Desteya Îdarî û Şopandinê ve hatiye astengkirin û ev ‘êrîşa li dijî mafê wan ê jiyanê ye’. Nîmet Tanrikûlû anî ziman ku Baltaci 3 sal cezayê xwe temam kiriye jî nehatiye berdan û wiha got: "Resul Baltaci 33 sal in girtî ye, bi nexweşiya hîpertansiyonê, dîskên giran ên herniatî û romatîzmê, li gel pirsgirêkên gastrîk, çav û diranan, êşa giran a ji ber dîskên hernîkî û romatîzmê, pirsgirêkên bi kalîtîkbûn û sînordarkirina tevgeran re rû bi rû ye. Baltaci ji ber helwesta biçûkxistinê ya di dema sewqkirina nexweşxaneyê de hatiye kirin, nikare tedawî bibe û ev rewşa ku şert û mercên xerab ên jiyanê yên girtîgehê zêde dike, ne tenê li ser tenduristiya wî, li ser jiyana wî jî rîskê çêdike."
Tanrikulu banga hestiyariyê kir û çalakî bi çepikan bi dawî bû.
Enqere
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş di çalakiya xwe ya hefteya 569'emîn de têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li Kolana Sakarya daxuyaniyek da. Însiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ê 29 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin û got ku dirûşmeyên wek "Tenduristî mafe, nabe bê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" hatin gotin.
Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Enqereyê Tunahan Gozlugol daxuyanî da û diyar kir ku girtiyê nexweş Demîr xwedî gelek nexweşiyên kronîk e û divê di demek herî kin de serbest bê berdan.