Riya pêşîgirtina qetilkirinan: Rêxistinbûna xweser

  • 09:07 28 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED - Parêzer Helîn Ceylan da zanîn ku yek ji sedema qetikirina jinan sala malbatê ya hatiye îlankirinê ye û wiha got: “Bi îlankirina sala malbatê re jin hepsê malê hatine kirin. Çareserî ne çewisandina jinê ye, mezinkirina piştevaniya bi jinê re û rêxistibûna xweser a jinan e.”
 
Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Gumanbar ji bêcezahiştinê hêzê digirin, bi cezayên kêm, daxistina ceza, rewşa baş, neşopandinê  tên xelatkirin. Mafê jiyana jinan jî bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin.  Ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Helîn Ceylan der barê qetilkirina jin û zarokan de nirxandin kir.
 
Li gorî salan qetilkirina jinan zêde bû
 
Helîn Ceylan da zanîn ku roj bi roj qetilkirina jinan zêde dibe û çar sal berê herî kêm hezar û 310 jin hatin qeitlkirin û di 7 mehên 2025’an de herî kêm du hezar jin hatine qetilkirin. Helîn Ceylan wiha got: “Em li sedemên van qetilkirinan dinêrin. Jin piranî li malê ji aliyê bav, bira, hevjîn, destgirtî ve tên qetilkirin.Herî dawî Gulîzar Yildiz ji aliyê mêrê ku pê re li heman kargeriyê dixebitî hat qetikirin. Ev jî nîşan dide ku tu cih ji bo jinan ne bi ewle ye. Mêr jinan wek alav dibînin û dikin bin kontrola xwe. Polîtîka bê cezahiştinê  zemînê ji qetilkirina jinan re vedike.”
 
‘Jin tên hepskirin’
 
Helîn Ceylan wiha dirêjî dayê: “Hikûmet li şûna pêşî li qetilkirina jinan bigire pirsgirêkê kûr dike. Jin ji aliyê kesên ji malbatê ve tên qetilkirin. Tevî vê sala 2025’an sala malbatê hat îlankirin. Ev jî jinê hepsê malê dikin. gumanbar bi cezayên biçûk tên xelatkirin. Cezayên gumanbatan tê xistin û gumanbar ji vê cesaretê digirin. Li ser bedena jinan polîtîka tên afirandin. Hedefa ewil a dewletê jin û zarok in. Divê demildest Peymana Stenbolê bikeve meriyetê û pêşî li qetilkirinên jinan bên girtin. Divê rêxistibûna xweser bê zêdekirin.  Bi vî awayî em dikarin pêşî li qetilkirinan bigirin.”