
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
- 15:49 16 Tîrmeh 2025
- Rojane
ENQERE - Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan ku piştî hevdîtina bi Devlet Bahçelî re axivî, got: "Pêdivî bi helwesteke hevpar heye."
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mithat Sancar û Ozgur Erol, li meclisê bi Serokê Giştî yê MHP'ê re Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayîn.
Pervîn Bûldanê diyar kir ku têkildarî pêvajoyê danûstenin kirine û got: "Me careke din nêrînên erênî û pozîtîf ên der barê pêvajoyê de yên birêz Bahçelî guhdar kirin. Ez dixwazim bejim ku piştî vê pêvajoyê dê dem bi dem hevdîtinên me hem bi birêz Bahçelî hem bi partiyên muxalefetê û hem jî bi pêkhateyên Tifaqa Cumhûrê re bidomin. Di dema komîsyonê de jî pêdiviya me bi hev heye. Pêdivî bi danûsteninê heye. Pêdiviya me bi helwesteke hevpar heye. Em ê di her qonaxê de hem birêz Bahçelî hem jî serokên giştî yên partiyên din agahdar bikin. Ji bo ev pêvajo di demeke herî nêz de veguhere pêvajoya aştiyê em ê bi her awayî piştgiriyê bidin û bitêkoşin."
Devlet Bahçelî tu daxuyanî neda.