Ji bo Ayşe Tokyaz ya polîsê berê qetil kiribû çalakî
- 20:55 16 Tîrmeh 2025
- Rojane
STENBOL- Ji Bo Ayşe Tokyaz ya ku polîsê berê Cemîl Koç qetil kiribû, ji aliyê KCDP û Femînîstên Ciwan ve çalakî hat lidarxistin û bang hatkirin ku bila dest ji polîtîkayên bêcezahiştinê bên berdan.
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) û Femînîstên Ciwan der barê qetilkirina Ayşe Tokyaz ku ji aliyê polîsê berê Cemîl Koç ve hat qetilkirin ji Parka Mehmet Ayvalitaş htea Operaya Sureya meş pêk anîn. Jinan dovîz hildan û dirûmşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berzkirin. Jinan li ber Operaya Sureyya daxuyanî dan.
Ji Femînîstên Ciwan Esra Dîcle daxuyanî xwend.
Esra Dîcle, balkişand binpêkirinên mafan yên ku Ayşe Tokyaz jiyaye û got: “Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Di tundiyê de sînor tuneye. Polîtîkayên bêcezahiştinê dibin sedema zêdebûna tundiyê. Divê 6284 pêk bê.”
‘Em ê hesab bipirsin’
Esra Dîcle di berdewamiyê de balkişand ser Peyman aStenbolê û daxuyakirin ku bila gumanbarên Ayşe Tokyaz û bên darizandin û got wê hesab ji gumanbar û hevkaran bipirsin.
Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz jî axivî û daxuyakirin ku bila hesabê van cînayetan bê pirsîn.
Daxwaza edaletê
Hevalên Ayşe Tokyaz jî bang kirin ku bila hesab ji gumanbaran bê pirsîn û daxwaza edaletê kirin û gotin wê tu cr dest ji edaletê bernedin.
Dayika Sedef Guler ya di 2024’an de hatibû qetilkirin, Gulîzar Sezer jî axivî û got ji bo jinên din nemirin divê deng bê bilindkirin û hesab bê pirsîn.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.