
Paradîgma komara demokratîk:Yên dereng bimînin winda dikin
- 09:06 14 Tîrmeh 2025
- Rojane
Dîlan Babat - Melek Avci
NAVENDA NÛÇEYAN - Yuksel Genç ku di 1999’an de di çavçoveya gavên niyeta baş a PKK’ê de di nav kesên çek berdan de cih girt, da zanîn ku ji 1999’an de neçareseriya pirsgirêka Kurd, ew ber bi çareseriyê ve birine. Yuksel Genç daxuyakirin ku di hevdîtinên di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de, dewletê ev rastî zelal dîtiye. Yuksel Genç wiha anî ziman: “Peyamên Birêz Ocalan têkildarî, berpisyariyên dikeve ser milê aliyan, rolên tên ferzkirin û bendewariyan e.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir. Piştî vê PKK’ê di 5-7’’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê da. Tevî van geşedanan desthilatdariyê hîna gavek navêtiye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 10’ê Tîrmehê de bangek din a dîrokî kir. Peyamek bi dîmen şand û got PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye û banga demokratîkirina Tirkiyeyê kir. Peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan di rayagiştî ya Tirkiye û navneteweyî de deng da. Piştî bangê PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de li Silêmniyê merasîmek pêk anî û çekên xwe îmha kirin.
Di 1999’an de ji bo aştî bikeve dewrê, ji PKK’ê komek ji 8 kesî pêk dihat hatin Tirkiyeyê. Yuksel Genç a di komê de cih digirt, derbarê peyamên Abdullah Ocalan û ji wê rojê heta niha çi hatiye jiyîn de axivî.
‘Şertên 99’an şertên taybet bûn’
Yuksel Genç der barê pêvajoya di 1999’an de hatiye destpêkirin de nirxandin kir û got: “Di 1999’an de dema hat gotin ku wê komek gerîla çekan deyne em piranî matmayî man. Şertên 99’an şertên taybet bûn. Lîderê tevgerê bi komploya navneteweyî dîl hatibû girtin. Bandora komployê ya di tevgerê de gelek mezin bû.Gerîla ji bo bersiv bide vê komployê dest bi planên çalakiyên sansasyoenel kir. Her kes hinek jî hestiyar, der barê dîlgirtina lîderê xwe bi hêrs bûn. Li Tirkiyeyê li hember Kurdan lînç hatin organîzekirin. Civaka Tirk û Kurd cara ewil cidî hatin hember hev.”
‘Bêyî ewlehî û bazar derketin derve’
Yuksel Genç daxuyakirin ku li ser Abdullah Ocalan biryar hat dayîn ku mîlîtan û hêzên gerîla yên li ser xeta Bakurê Kurdistanê bêyî ewlehî û bazar derkevin derve. Yuksel Genç wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêxistinê ev anî cih. Bedela vê giran bû. Gelek gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Dîlgirtina Birêz Ocalan û bangên ji bo aştiyê,bûn sedema hinceta ku desthilatdariya demê rêxistinê tasfiye bike. Tevî vê rêxistinê guh da banga lîderê xwe. Birêz Ocalan bangek duyemîn kir. Wek niyeteke baş, xwest heyetek ji bo çareseriya demokratîk û aşatiyê bê Tirkiyeyê.”
‘Ev mijar ji bo gerîla pir hesas bû’
Yuksel Genç di berdewamiyê de destnîşan kir ku piştî bangê piranî ji wan matmayî mane û wiha dirêjî dayê: “Mirov ji bo şareşê hatine, motîvasyon ev bû, lê niha çek dihatin teslîmkirin û çareserî dihat axaftin. Ev mijar ji bo gerîla mijarek pir hesas bû. Têgeha ‘teslîmiyet û berdana çekan’ wê demê heta serkeftinê tiştekî nedihat fikirîn bû. Ligel vê bi hezaran gerîlayên dixwestein bersiv bidin banga lîderê xwe û paradîgmaya wî bikin pratîkê. Bi hezaran gerîlayan ji bo vê rapor û name nivîsîn. Ji nav vê komek ji 8 kesî pêk dihat hat hilbijartin. Di wê komê de min jî cih girt.”
‘Em bi tena serê xwe hatin hiştin’
Yuksel Genç destnîşan kir ku di moîtîvasyona wan de bawareiya bi paradîgma nû ya Abdullah Ocalan daniye holê hebûye û wiha anî ziman: “Ev koma hat hilbijartin bi paradîgmaya nû bawer dikir fêm dikir û ferzbûna polîtîk û konjoktora wê fêm kir. Ligel vê bang ji xwe re kir peywir û gerîla jÎ wek mirovê peywirê vegot. Di vê pêvajoyê de hatina me ya Tirkiyeyê hat amadekirin. Me hatina Tirkiyeyê wek 1’ê îlonê diyar kir; hemm Roja Aştiyê ya Cîhanê bû, hem jî ji bo mijara Kurd gavek xurt bû. Lê ne aliyê Tirkiyeyê ne otorîterên Başûr, ne organên Iraq û NY’ê ji bo hatina komê rol negirtin. Yanî em bi tena serê xwe hatin hiştin. Mekanîzma dewletê ji bo pêvajoyê û gavên me ne amade bû. Di dawiyê de hemû hevalên me ji endamtiya rêxistinê ceza girtin û heta cezayê me qedya em li girtîgeha Muşê man.”
‘Îro jî di heman nokteyê de israr bikin wê vesayeta leşkerî xilas nebe’
Yuksel Genç balkişand ser pêvajoyên 1999--2009 û 2019’an û eiwha vegot: “Heqîqeteke Tirkiyeyê ya ku demokratîk nedibû û ji bilî tasfiyeyê tiştek nedifikirî hebû. Îro jî heman nokteyê de israr bikin, gavên iyeta baş li demê belav bikin, parçeyek tasfiyeyê bibînin wê ji qedera rejîma komarê û vesayeta leşkerî xilas nebin. Gavên PKK’ê yên heta niha parçeyên gavên niyeta baş bûn. 2013 û 2015 pêvajoyên herî krîtîk bûn. Ji 99’an heta niha astên pir krîtîk yên pêvajoya didomiya hatin jiyîn.
Rêxistinê pêvajoya 99 û di 2004’an de ji bo veguherînê, ji bo sazbûnek siyasî de cih bigirin perwerdehiyên cidî, civîn û guherînên formên rêxistinê pêk anîn. Hemû hewldan der barê vê paragîdmayê de bûn. Lê ji 99’an heta niha pirsgirêk nehat çareserkirin û heta îro hat. Banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê jî mudaxaleya li vê bû.”
‘Peyama Birêz Ocalan girîng û nirx e’
Yuksel Genç balkişand ser banga bi vîdeo a dîrokî ya Abdullah Ocalan û wiha anî ziman: “Birêz Ocalan 26 sal şûnde derfeta ku bi yekser bang li gel û tevgerê bike bidest xist. Banga Birêz Ocalan hem ji bo civaka Tirkiyeyê hem jî ji bo Tirkiyeyê gelek girînge. Bariyerên psîkolojîk bezandiye. Banga bi dîmen a Birêz Ocalan kurte lê gelek bi nrixe û dîrokî ye. Peyamek gelek bi nirx e. Pêvajoya em ji meha cotmehê de dişopînin girîng in. Ev hewldan ji bo pisgirêka Kurd derbasî qonaxeke din bûye yek ji gavên şênber e. Pêvajoyên em ji 2009-2013 û 2015’an ji aliyê dewletê ve nehatin nirxandin lê Kurdan destkeftiyên mezin bidestxistin û ketin siyasîbûnê.”
Yuksel Genç di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Dewlet gavê navêje lê PKK’ê fedekariyek mezin kir. Siyasîbûn wê qadên siyasî biafirîne. Tevî vê tundî bê zêdekirin û Tirkiye li dijî gavên hatine avêtin bi îmhayê nêzîk bibe wê çi bibe? Divê em bi hev re vê pirsê bifikirin.”