Li Dîlokê der barê komkujiya Pirsûsê de panel
- 22:02 13 Tîrmeh 2025
- Rojane
DÎLOK – Li Dîlokê der barê 10’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de panel pêk hat.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) Partiya Sosyalîs a Bindengan ya Dîlokê (ES), bi wsîleya komkujiya Pirsûsê panel pêk anîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu, rêveberên DEM Partî û DBP’ê, endamên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên OHD û ÎHD’ê û gelek kes tevli bûn.
Çîçek Otlu di panelê de axivî û da zanîn ku 33 kesên ku xwestin bibin pira şoreşê ya yekbûyî ji bo wan gelek bi nirxin.