
Dayik çi dixwazin?
- 09:05 13 Tîrmeh 2025
- Rojane
Memîhan Zeydan
BEDLÎS / MÛŞ - Jinan diyar kirin ku wan gava PKK’ê a îmhakirina çekan bi hêvî pêşwazî kirine û gotin ew naxwazin êdî dayik bigirîn. Jinan her wiha da zanîn ku ji bo aştiyek mayîn de divê dewlet gavê bavêje.
“Koma Aştî û Civaka Demokratîk”, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çekên xwe îmha kir. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş jî di komê de cih girtin. Kom, 15 jê jin û 15 jî zilam bi giştî ji 30 kesan pêk dihat. Besê Hozat û Nedîm Seven pêşengtiya komê kirin.
Jinên Bedlîs û Muşê der barê pêvajoyê de axivîn.
Salîhe Akbaş da zanîn ku keç awê di 2013’yan de tevli PKK’ê bûye û got dîmen bi hêviya ku keça xwe bibîne temeşa kiriye û wiha vegot: “Ez dayika gerîla me. Daxuyaniya Abdullah Ocalan ji bo me hemûyan bû hêvî. Hemû keçên min in. Hemû dayik yek in. Bila kezeba dayikan neşewite. Bila êdî aştî pêk bê. Bila zarok zarokên xwe winda nekin. Ez nizanim keçamin heye an na. 12 sale agahî jê nagirim. Roja vîdeoya Abdullah Ocalan hat weşandin min keça xwe Zarîn Akbaş di xewna xwe de dît.”
‘Hêvîdarim em dîsa neyên xapandin’
Hurriyet Gonultaş jî destnîşan kir ku gelê Kurd bi zilmên giran re hatiye rû hev û bedelên giran dane. Hurriyet Gonultaş wiha dirêjî dayê: “Hêvîdarim dewlet jî gavê bavêje. Em heta îro gelek caran hatin xapandin. Hêvîdarim îcar em neyên xapandin.
Hatîce Acar jî ev tişt got: “Bi salane em hesreta deng û şîroveyên serokatiyê bûn. Em gelek hestiyar û kêfxweş bûn. Hêvîdarim ev ya dawî be. Aştî wê bê û em êdî şer nekin.”
‘Em aştiyek mayînde dixwazin’
Muslîme Boz jî ev tişt bi lêv kir: “Îro rojek dîrokiye. Em vê merasîma dîrokî ji dil dijîn. Bila kes êdî nemire. Em aştiyek mayînde dixwazin.Em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Hêviya me aştiyek mayînde ye. Em li her çar alî Kurdistanê aştiyek mayînde dixwazin.”