Meclisa Edaleta Civakî ya Jin daxuyanî da

  • 14:22 13 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Edaleta Civakî ya Jin a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got “Xwestina aştiyê wêrekiyeke mezin û erkeke dîrokî ye.”
 
Meclisa Edaleta Civakî ya Jin a Kantona Cizîrê der barê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan ku 27`ê Sibatê dabû, her wiha banga dîrokî ya 9`ê Tîrmehê de daxuyanî da. 
 
Daxuyanî li ber avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya bajarê Qamişlo, bi amadebûna bi dehan xebatkarên dîwanê û parêzerên jin hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Dîwana Dozgeriya Bajarê Qamişlo Barîn Xelîl ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew weke Meclisa Edaleta Civakî ya Jin piştgiriyê didin banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: "Banga Rêber Apo pir girîng e. Rojevekirina aştiyê ne tenê ji bo dawîkirina pevşûnan û çekdanînê ye; lê ji bo gelê Kurd û hemû gelên li herêmê destpêka dîrokeke nû ye. Ev sed sal e li Kurdistan û Rojhilata Navîn şer û rijandina xwînê bi dawî nebûne. Di bin navê ol, mezheb û neteweyan de şer dewam dike. Lewma hewce bi aştiyeke mayînde heye, bêyî aştî welat û gel azad nabin, bêyî aştiyê demokrasî, azadî û wekhevî pêk nayên.”
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berjewendiyên civakê di şer de tine ye, şer û rijandina xwînê di berjewendiyên hişmendiya şerxwaz û desthilatê de ye.
 
Di daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk hate kirin ku bi erka xwe ya demê rabe. Her wiha bang li jinan di parlementoya Enqerayê de cih digirin hat kirin ku li gorî xweza û hesaiyeta jin tev bigirin û pêşengiyê pêvajoya aştiyê bikin, gavên şênber bavêjin.
 
Di daxuyaniyê de hate hat xwestin ku di makezagonê (destûrê) de mafên nasname, azadî û wekhevî yê gelê Kurd û tevahiya gelên Tirkiyeyê werin mîsogerkirin û wiha hat bidawîkirin “Fesixkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û bêdengkirina çekan ne teslîmkariye ji bo hikumet û dewleta Tirk e, lê ji bo gelên herêma Rojhilata Navîn şenseke aştiyê ye. Aştî xwestin û derî li şergirtin ne lawazî ye, lê bi navê din wêrekariyeke mezin û erkeke dîrokî ye.”