
Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
- 15:03 13 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 139’emîn Gala Madenvanên Durhamê de ku li Durhamê li bakur-rojhilatê Îngilîstanê hate lidarxistin, mijara azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara duyemîn di dîrokê de bi awayekî vekirî hate destgirtin.
139’emîn Galaya Madenvanên Durham, îsal ne tenê bi têkoşîna çîna karker ve sînordar bû; di heman demê de daxwazên navneteweyî yên ji bo azadî û edaletê jî nîşan da.
Nêzîkî 250 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn. Li vir sendîkavan, çalakvan û kesayetên siyasî banga xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kirin.
Sendîkayên mezin ên li Keyaniya Yekbûyî piştgirî didin kampanyaya "Azadî ji bo Ocalan", ku ji sala 2016’an vir ve berdewam dike. Bi taybetî sendîkayên mezin ên mîna Unite the Union, National Education Union (NEU) ve RMT’ê, ji sala 1999’an û vir ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin û ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê balê dikêşin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di pankartên galaya îsal de peyama “Azadî ji bo Ocalan- Aştî ji bo Kurdistan” derketin pêş û di axaftinan de girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyek demokratîk hatin destnîşankirin.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya RMT’ê Eddie Dempsey, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne pirsgirêkek takekesî ye, tê wateya astengiya li pêşiya aştiyê.
Gelek nûnerên diaspora Kurd ên ji Ewropayê, çalakvanên çepgir ên Brîtanî û parêzvanên mafên mirovan jî tevlî çalakiyê bûn.
Alên ku sembola Rojava û Tevgera Azadiya Kurd in hatin hilgirtin û dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo" û "Azadî ji bo Ocalan" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de muzîka Kurdî, dîlanên gelêrî û performansên hunerî hatin pêşkêşkirin. Hunermendan helbest û stranên ku ji jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanîlham girtine, pêşkêş kirin. Her wiha li hin ofîsên sendîkayê panelên agahdarkirinê hatin lidar xistin.