
Rojê destdirêjî li 18 zarokî tê kirin: Hûn zarokan dikarin biparêzin?
- 09:04 2 Tîrmeh 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE-Parêzer Hediye Gokçe Baykal da zanîn ku rojê 18 zarok bi destdirêjiyê re tên rû hev û got: “Ger ku hûn dikarin zarokan biparêzin xwedî bikin, hûn dikarin zêde zarokan jî bixwazin. Hûn nikarin malbatan bidin zorê. Divê şert bên başkirin û piştre teşwîqê anîna zarokan bê kirin.”
Li gorî daneyan li welat rojê 18 zarok bi destdirêjiyê re tên rûhev. Di 2024’an de bi giştî 18 hezar û 884 dosyayî întîkalê dadgehan kir. Cezayê 393 gumanbarên destdirêjiyê hatin taloqkirin. 7 hezar û 109 gumanbarî jî berat kir.
Parêzera Komeleya Ewil Jin û Zarok Hediye Gokçe Baykal der barê mijarê de axivî.
Pirsgirêk polîtîkayên dewletê ne
Hediye Gokçe Baykal da zanîn ku ev ji hejmarê ne pêkane û ev her yek zarokin û wiha got: “Ev rewş bi fikare. Em dinêrin 2024’an de rojê 18 zarok bi îstîsmarê re hatine rû hev. Di 2025’an de di 6 mehên ewil de ev hejmar kêm neûye. Bûyer zêde dibin. Em vê ji çapemenî û nûçeyandibînin. Sedema vê polîtîka dewletê ye. Polîtîka bêcezahiştinê ye. Gumanbar cezayên giran nagirin. Dadgeh cezayên bi bandor nadin. Di vî alî de em pirsgirêkan dijîn. Dewlet sala malbatê îlan dike. Lê em zarokên xwe hîna nikarin biparêzin. Em nikarin xwedî bikin. Ew polîtîka teşwîqkirinê didin ber me. Tişta divê em bikin parastina zarokane.”
‘Peymanên parastinê bi bandor pêk nayên’
Hediye Gokçe Baykal daxuyakirin ku ew perwerdehiyek baş nadin zarokan û wiha vegot: “Zarokên perwerdehiyek zanistî nagirin zêdetir berê xwe didin kolanan. Karekterên mînak bigirin tune ne. Dema wisa dibe jî tevli sûcan dibin. Dewlet pêşî li vê nagire. Ji ber vê jî pergalek pêşî li vê bigire. Pergaleke ku perwerdehiyek baş bigirin tuneye. Wezareta Perwerdê hîna modela olî esas digire dide pêş. Li tu derê pergalek perwerdehiyê ya wisa tuneye. Dema zarokên me perwerdehiyek baş nebînin ev jî dertê holê. Dibêjin sala malbatê. Jin û zarokan tune dihesibînin û malbatê esas digirin.”
‘Ev zêdebûn bi vê pergalê kêm nabe hîn bêtir zêde dibe’
Hediye Gokçe Baykal di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Ev rêje bi vê pergalê, bi vê polîtîkayê kêm nabe. Wê hîn bêtir zêde dibe. Sûcên desthidirêjiyê zêde dibin. Bandora polîtîka bêcezahiştinê li ser vê heye. Gumanbar dema sûc dike dizane ku wê çiqas ceza bigire. Heta ev pergal neguhere ev pirsgirêk wê bidome."
‘Malbat û zarok gelek caran mijarê venabêjin’
Hediye Gokçe Baykal daxuyakirin ku malbat û zarok bi darazê bawer nakin û gelekek caran destdirêjiyê jî venabêjin û wiha bi lêv kir: “Zextên wekê ‘ez nikarim tiştekî îspat bikim, nasên wan hene, tiştek wê nebe, bila neyê bihistin’ hene. Mirov ji tirsan naxwazin mijûl bibin. Baweriya bi darazê pir kêm bûye.”
Divê ewil zarok bên parastin’
Hediye Gokçe Baykal axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zarok baş xwedî nabin. Nikarin xwe bigihînin mafê perwerde û tenduristiyê. Baweriya bi dibistanên dewletê nemaye. Ji ber malbat ji kalîteya perwerdehiya dibistanan bi fikarin. Naşînin dibistanên taybet jî. Ji ber pereyên dibistanên taybet pir zêde ne. An jî hinek malbat ji her tiştê xwe kêm dikin û dişînin dibistanên taybet. Hûn dikarin zarokan biparêzin xwedî bikin. Ji ber vê hûn dikarin zêde zarokan jî bixwazin. Hûn nikarin malbatan bidin zorê. Divê şert bên başkirin û piştre teşwîqê çêkirina zarokan bê kirin.”