Mîhrîcana Tetwanê di roja çaran de ye: Jin ji bo aştiyê li qadê bûn

  • 00:28 1 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
BEDLÎS -Di roja çaremîn a Mîhrîcana Çand û Hunerê ya ku li Tetwanê tê lidarxistin, ji bo jinan çalakî hatin lidarxistin.
 
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve bi dirûşma "Em Rêya Aştiyê bi Hunerê Dihûnin"ku  16 rojan dê bê lidarxistin, di roja çaremîn de bi çalakiyên ji bo jinan berdewam kir. Di mîhrîcanê de panelek jinan û gera xwezayê ya Nemrudê hat lidarxistin. Piştre, stranên ku Şîlan Dora û Pınar Aydınlar li ser dikê gotin, ji aliyê gel ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin.
 
Li vir aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata axivî û destnîşan kir ku wan girîng û hêja dîtin ku roja çaremîn a mîhrîcanê ji bo çalakiyên jinan were veqetandin. Ayla Akat Ata got, "Em di pêvajoyek pir girîng re derbas dibin. Pêvajoyek heye ku divê em hemû jin û ciwanên li vir, ji bo wê amade bin. Îro, em îdîa dikin ku serdema me ya demokratîk ramanwer û aştîxwaz e û got, "Em beşdarî avakirina civakeke demokratîk dibin, em di avakirina civakeke demokratîk de jî ne, em ê di jiyana hevbeş a gelan de wekhevî û azadiyê biparêzin. Em, wekî jin, ji bo vê pêvajoyê amade ne."
 
Çalakî bi govendên ku heta saetên dereng hatin pêşkêşkirin bi dawî bû.