‘Divê raporên CPT ji raya giştî re bên parvekirin’
- 15:25 26 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - TÎHV û ÎHD ên Amedê bi boneya Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re rû bi rû dimînin li navçeya Rêzana Amedê daxuyanî dan.
Nûnerên Amedê yên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TÎHV), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Komeleya Hiqûqnasê Ji Bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê, Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES), Komeleya Jinan a Rosayê bi boneya 6ê Hezîranê Roja Têkoşîna Li Dijî Îşkenceyê û Hevgirtina bi Mexdûrên Îşkencekirî re li Parka Koşûyolê ya navçeya Rêzana Amedê daxuyanî dan. Nûnerê Herêmî yê (TÎHV) Murat Aba daxuyanî xwendin.
Murat Aba bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1997an de vê rojê wekî ‘Roja Hevgirtina bi Qurbaniyên Îşkenceyê re’ ragihandiye û wiha got: “Tirkye di sala 1988'an de ‘Peymana Li Dijî Îşkenceyê’ qebûl kiriye û îşkence di Destûr Qanûna Ceza de qedexe kiriye. Divê dewleta yek alî pişt rast bike ku girtiyên cezayê wan ê hundirheta hetayê girankirî ye, piştî demekê bi awayekî erênî bêneBerdan an jî cezayênwan bêne kêmkirin.”
‘Hêza darazê bikar bînin’
Murat Aba wiha berdewam kir: “Divê hemû raporên CPT ji raya giştî re bên parvekirin û mekanîzmayên mafên mirovanên navneteweyî CPT û Komîteya NY ya li dijî îşkenceyê bên şopandin. Divê hemû rêziknameyên ku Rêveberiya Girtîgehê û Lijneya Çavdêriyê rasterast bi rêveberiyê ve girêdayî bikin.Da ku bihêle ew bi tevlîbûna Wekî dadgehê Hêza darazê bînin û bên betalkirin.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.