Li Îranê erdhej

  • 16:02 22 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê ku di bin êrişên Îsraîlê de, bi mezinahiya 5.1 pileyî erd hejiya.
 
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, li Îranê bi pileya 5.1 erd hejiyaye û bandora xwe li bajarên Tehran, Kerec, Demavand û Kûmê kir.
 
Hate ragihandin ku erdheja bi 5.1 pileyî bi 10 kîlometreyan li binê erdê û bi 37 kîlometreyan li başûrrojavayê bajarê Semnanê pêk hat.
 
Ajansa nûçeyan a Îranê Tasnîmê ragihand ku mezinahiya erdhejê 5.2 pile bû. Ajansa nûçeyan a fermî Îrnayê jî ragihand ku ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehatiye, tenê xisar li malekê bûye.