Di meşa li dijî hişbirê de banga ‘aştî û civaka demokratîk hat kirin’

  • 20:08 14 Hezîran 2025
  • Rojane
AMED - Di meşa li dijî hişbirê hat kirin de wiha hate gotin: “Banga aştî û civaka demokratîk ji bo belaya hişbirê ya li her derê belav bûye jî çareseriye.”
 
Platforma  Têkoşîna li dijî Hişbirê ya Amedê li dijî hişbir û fuhuşê bi dirûşmeya ‘em civakê biparêzin’ ji Kawşaxa Dunya heta Parka Rojava meş pêk hat. Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê 
 
Ceylan Akça, Adalet Kaya, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navend û navçeyan,,Tevgera Jınên Azad (TJA) û rêxistinên civakasivîl tevli bûn. Bê navber dirûşmeyên ‘Amed şiyar be’, ‘Amed ranezê xwedî li ciwanên xwe derkeve’ hatin erzkirin.
 
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç balkişnad ser hişbirê û  girîngiya têkoşîna li dijî hişbirê.
Ceyla Akça jî axivî û da zanîn ku ji bo civakan bikin bin kontrola xwe hişbirê nava civakê de belav dikin û got: “Banga aştî û civaka demokratîk ji bo belaya hişbirê ya li her derê belav bûye jî çareseriye.Armanca me avakirina civaka ahlaqiye.  Ciwan ne tenê ne. Em ligel we ne. Ji bo ji vê madeyê xilas bibin em amade ne. Heta em hişbirê bichemînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Meş piştî axaftinan bidawî bû.