KON-MED: 1'ê Gulanê bi yekgirtinê roja guherînê ye

  • 09:15 27 Nîsan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KON-MED’ê, ragihand ku ew ê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li qadan bin û got, “Em ê li dijî sîstema kapîtalîst a mêtinger, nijadperestî, cihêkarî û polîtîkayên şer têkoşînê mezin bikin.”
 
Konfederasyona Navendên Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (KON-MED), bi wesîleya nêzîkbûna 1'ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyeke nivîskî da.
 
KON-MED’ê, ewil bi wesîleya 1’ê Gulanê roja têkoşîna ked, wekhevî û azadiyê, hemû karker, kedkar û gelên bindest silav kir û wiha got:
 
“Weke KON-MED'ê em li dijî sîstema kapîtalîst a mêtînger, nîjadperestî, cihêkarî û polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin. Em îro di demeke welê de ne ku ne tenê keda me, di heman demê de nasname, çand û azadiya me hedef tê girtin. Gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê li dijî zilmê bi yekhelwestî berxwedana xwe didomînin. Di demek ku li Elmanya û cîhanê mafên karkeran tên paşdexistin de, em dengê xwe bilintir dikin û piştgirî, rêxistinbûn û têkoşînê xurtir dikin. Weke rêveberiya KON-MED'ê em ê di 1'ê Gulanê de tevî rêveberiyên federasyon û pêkhateyên xwe li her cihê ku li Elmanyayê meclîsên me hebin û tevî hemû gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe û her kesên alîgirê aştî û demokrasiyê ne, li qadan bin. 1'ê Gulanê bi yekgirtinê roja guherînê ye! Em têkoşîna li dijî nîjadperestî, kedxwarî û neheqiyê mezin bikin. Ji bo azadiya kedê, wekheviya gelan û aştiyê mil bi mil!"