Êrîşa polîsan a li Enqereyê hat protestokirin

  • 22:12 26 Nîsan 2025
  • Rojane
ENQERE - Rêxistinên ciwanan û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê îşkence û binçavkirina ciwanan protetokirin û banga berdanê li ciwanan hat kirin.
 
Xwendekarên zanîngehê, rêxistinên ciwanan û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê êrîşa polîsan a li hemberî ciwanan protesto kirin. Girseya ku li kolana Sakarya kom bû, daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankartên “Zanîngeh li dijî zext, binçavkirin û êşkenceyê li ber xwe dide” û “Em xwedî li ciwanan û siberojêderdiekvin,  binçavkiriyann demildest serbest berdin” hilgirtin.
 
Li ser navê xwendekarên zanîngehê Sude Dohman daxuyanî xwend. Sude Dohman diyar kir ku ji bo xwendekarên hatin binçavkirin, girtin û lêgerîna tazî li ser wan tê ferzkirin, li hev civiyane û wiha got: “Ciwan ji 19’ê Adarê û vir ve li dijî polîtîkayên zext û çewisandinê yên desthilata paşverû têdikoşin. Di vê pêvajoyê de hêzên dewletê yên faşîst bi êşkence, guleyên plastîk, çekên kîmyewî û copan li kampusan, kolanan û qadan êrîş dikin. Doh 30 hevalên me li kolana Yukselê bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Heta ku em hemû hevalên xwe yên binçavkirî bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Zarîfe Çamalan jî got, "Ciwan ji 19'ê Adarê û vir ve ji ber ku paşeroja wan ji wan hatiye standin û dizîn li ber xwe didin. Doh ciwanên ku xwestin heta wezareta Edaletê bimeşin bi êşenceyê hatin binçavkirin. Em weke Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê dibêjin ku em bi ciwanan re ne. Binçavkiriyan demildest serbest berdin.”