Qanûna çarçoveyî li Meclisê ye
- 11:19 10 Tebax 2026
- Ramyarî
ENQERE - Qanûna çarçoveyî ya bi navê "Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî" piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclise de hat erê kirin li Desteya Giştî ya Meclise tê nîqaşkirin.
Qanûna çarçoveyî ya bi navê "Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî" a 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclise re hatiye peşkeşkirin, piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclise de hat erê kirin li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Piştî û nîqaş û nirxandinên partiyên siyasî yên li ser qanûna çarçoveyî, dê dengdana qanûnê çêbe. Tê payîn ku piştî dengdanê, qanûn di Desteya Giştî ya Meclise de were erêkirin û bibe qanûn.







