DEM Partî li Cûrnêreş bi ser ket
- 23:32 2 Hezîran 2024
- Ramyarî
RIHA - Li gorî encamên nefermî DEM Partî li navçeya Cûrnêreş bi 10 hezar û 730 dengan bi ser ket.
Li gorî encamên nefermî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Cûrnêreş a Rihayê di hilbijartina xwecihî ya dubarekirî de bi ser ket. Hevşaredarên DEM Partiyê yên Cûrnêreş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl bi 10 hezar û 730 deng wergirtin. Namzetê AKP’ê jî 7 hezar û 420 deng girt. DEM Partî ji ber xatirê şîna her du karkerên jiyana xwe ji dest dabûn, pîrozbahiyê li dar nexist. Bi beşdariya hezaran kes ku li ber avahiya DEM Partiyê kom bûbûn, daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê û Hevşaredarên Cûrnêreş derketin ser otobusê û gel silav kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan xîtabî gel kir û wiha got: “Gelê me yê qedirbilind carek din got, ‘ez va li vir im’. Em bi hezarên salan e li ser vê axê dijîn û xwedî li av, ax û dîroka xwe derdikevin û em her tim jiyana bi hev re dibijêrin. Gelê Cûrnêreş di hilbijartina 31’ê Adarê de bi neheqiyek mezin re rû bi rû ma. Lê gelê me sebr û hedana xwe parast û ket pey edaletê. Em bi bîr û bawer sekinînin. Em ê ji niha şûn ve jî wisa bikin. Em ê li Cûrnêreş bi ruhê yekitiyê bimeşin. Em naxwazin gelê me xemgîn bibe.
Çavê herkesî li Cûrnêreş bû
Wê şaredariyên DEM Partî ji her kesî re vekirî bin. Em ê îro pîrozbahiyê nekin. Li vir bûyerek qewimî û 2 karker-mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Malbatên wan karkeran malbatên me ne. Em ji wan re sersaxiyê dixwazin. Êşa wan êşa me ye. Çav û guhê gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser Cûrnêreş bû. Digotin gel oka wê welatê şoreşger, şervanan bi rolek çawa rabe. Heta ku reqamên fermî neyên ragihandin em dest ji rayên xwe bernadin. Çimkî we îro dîrokek îmze kir. Em ê heta dawiyê xwedî li vê derkevin.”
Ji qada ku gel lê civiya bû bênavber dengê dirûşmên wek, “Bijî Kurdistan”, “Cûrnêreş dimeşe erd û ezman diheje", “Silav silav hezar silav li Îmraliyê”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Ocalan” û “Jin jiyan azadî” olan dan. Gel hê jî li ber avahiya DEM Partiyê disekine.